Page 487 - 2018-2021 Çalışma Raporu
P. 487

Ligel ku di ser qetilkirina serokê baroya me Tahîr Elçî ra 1181 roj derbas bûne jî, faîllên
          wî hîna nehatine dîtin. Li gel ku şaîbeyên bihêz yên derbarê bûyerê da di destê me da
          hene. Me di 14ê Berfanbara 2018an da, daxwaznameya xwe da  Serdozgerê Cumhurî-
          yetê yê Amedê ku derbarê şaîbeyan da kar di derbarê wan da were kirin,  lê derbarê faî-
          lan da heta niha lêpirsîn nehatîye kirin. Hîna  ku dereng nebûye divê dozgerî di derbarê
          faîlan da dest bi lêpirsînê bike. Em di çalakîya xwe ya di  hefteya 164an da careka din
          bi dengê bilind dibêjin ku “ Failên Tahir Elçî bila bên dîtin” û ji bo Tahir Elçî edaletê
          dixwazin. Em careka din dibêjin heta ku failên Tahir Elçî neyên dîtin û di derbarê wan
          da kiryarek neyê kirin, em dest ji vî karî bernadin û em dê nehêlin ku ev dosya wergere
          dosyayeka faîlên nedîyar.Bi xeml û rewş eŞîrîn û xweş eBi xweş awaz eLetîf û naz
          eZimanê kurdîÎro ji bona Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em li vir civîyane. Ev roj ji
          alîyê Rêxistina Perwerde Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala
          1999an da weku 21ê sibatê hat pejirandin. Ji sala 2000î û vir da ev roj yanî 21ê Sibatê
          wekî ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê bi nêrîneka pir zimanî û  pir çandî tê pirozkirin.
          Bikaranîna zimanê dayikê ji  bo hemû  gelên cîhanê mafekî herî bingehîn e. Ger zarokên
          cîhanê zimanê dayikê bi kar bînin, wê zêdetir serkeftî  û bextewar bibin. Ev serkeftin
          û bextewarî  di alîyê zanistî , çandî, wêje û hwd da wê bidome. Zarokên kurd, di nava
          zarokên cîhanê da, ji wan zarokan in ku herî zêdetir ji zimanê dayika xwe dûr ketine.
          Zarokên kurd sêwîyên zimanê xwe ne.Berê, navê zarokên me; bi Tırkî, Erebî  û Farisî
          bû. Zarokên me yên bi van zimanan hemûyan bi kurdî dizanibûn. Lê îro navê zarokên
          me bi Kürdî’ne mixabin bi zimanê Zikmakî-Kurdî- nizanin biaxivin. Ev tişt şerm e, ev
          tişt guneh e.Bangewazîya me ji hemû civakê ra heye, ji kalan heta pîran, ji bava heta
          dayikan, ji malbat heta sazgeh, ji komelên kurdî heta tevî partîyên sîyasî û  dewletê ra
          heye,  ji  rêxistinên navneteweyî ra heye; bila zimanê dayikê ên hemû cihanê û bi taybet
          zimanên li Tirkîyeyê wenda nebin. Wendabûna zimanekî ji desthilatdara ra nabe ser-

































                                              486
   482   483   484   485   486   487   488   489   490   491   492