Page 488 - 2018-2021 Çalışma Raporu
P. 488
keftinek li dijî wî zimanî. Wendabûna ziman, wendabûna mirovahîyê ye. Werin nebin
şirîkê mirina zimanê dayikê û nebin şirîkê paşketina zimanê kurdî.Wekî ku em hemû
dizanin dewleta Tirkîyeyê Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, tenê ji bo
zimanê dayikê bi şerhî mor kirîye. Bila dewlet vê şerha xwe li ser vê peymanê rake.
Bangewazîya me ji dewletê ra ev e ; werin qedexeya li ser hemû zimanên li Tirkîyeyê
rakin!!! Hemû zimanên dayikê bila bibe zimanê perwerdehîyê û çandî. Werin piştgirî
û alîgirî bidin hemû xebatên li ser zimanê dayikê yên vî welatî. Werin piştgirî bidin
sazgeh û dezgehên ku li ser zimanê çerkez, laz, suryanî û kurdî dixebitin. Ev piştgirî û
alîgirî nabe sedema parçebûna welêt, wê bibe sedema mezin bûyîn, biratî û ji hev hes-
kirina navbera temamî gelê Tirkîyeyê û bibe mînak. Bila di sazgeh û dezgehên fermî
da zimanê kurdî jî bê bikaranin. Bila pêşî li zimanê dayikê neyê girtin.Bangewazîya me
ji hemû dê û bavên zarokên kurd ev e; bi zarokên xwe ra bi kurdî biaxivin. Bila stranên
gelêrî guhdar bikin. Zarokên xwe bi stranên Şakiro, Meyrem Xan, Karapetê Xaço û
Eyşe Şan mezin bikin. Bi dengê dahola Şeroyê Biro û bi bilûra Egîdê Cimo wan mezin
bikin. Çîrok û serpêhatîyên kurdî ji zarokên xwe ra bibêjin bila zarokên me zimanê
dayika xwe ji bîr nekin. Ji ber ku ziman hebûn e .Ger zimanê me tune be em jî dê tune
bibin.Bangewazîya me ji hemû sazîyan ra ev e; zimanê dayikê bikin zimanê jîyanê, di
her kar û barê xwe da zimanê kurdî jî bi kar bînin.Bangewazîya me ji hemû bazirganan
ra ev e; di jîyana xwe ya rojane da zimanê kurdî bi kar bînin. Dayîn û standina xwe bi
zimanê kurdî bikin.Wekî ku hûn dizanin di dema serokatîya Şehit Tahir Elçi da Baroya
Amedê bi alîkarîya Weqfa Mezopotamyayê dest bi xebata ferhenga hiqûqê ya bi kurdî
kiribû. Ev xebat di bin serokatîya Tahir Elçi û Rêvebirîya Baroya Amedê ya wê demê
hatibû destpêkirin. Em ji bo vê biryar û xebatê spasdarê Şehit Tahir Elçi û temamê ked-
karên vê xebatê ne. Ev xebat hêj didome û bi ber qedandinê ve diçe.Ev bangewazîya me
wê bibe bingeh ji bûna pêşveçûna zimanê kurdî.Dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov li
ser zimanê xwe şîn(jîn) dibe.Ji bo tevlêbûna we em spas dikin. Hûn ser çawan ra hatine.
487

