Page 482 - 2018-2021 Çalışma Raporu
P. 482

re, divê li hember derkevin, nepejirînin.
            Peymana ku Tirkiye jî aligirê wê ye, li gor benda 48. Di bûyerên tûndî de, navbeynkarî
            û lihevduanîn jî tê de pêvajoyên neçarî çareseriyên alternatîfan qedexe dike.

            Kedkarên Çapemeniya Hêja;
            Di vê pêvajoya ku zext û tûndiya ser jinan zêdetir dibe, destkeftiyên wan kêm dibe de, ji
            bo jinan tevger hê dijwartir bibe jî, bi pêxam û hêza ku ji hevdu digirin bi rêxistin dibin,
            zêde dibin û bê westan tekoşîna xwe berdewam dikin.
            Çawa ku Las Tesîs di cîhanê de li dijî tûndiya jinê bûye sembol, di Tirkiyê de xwepêşan-
            danên reqaseyî lidarketin, polîsan bi tûndî êrîş kir û çalakgeran ji para ve kelepçe kirin û
            ew binçav kirin. Li hember xwepêşandaneke mafdar, aştiyane ku li hember kuştina jinan
            tê lidarxistin, bi vê awayî êrîşên tûndî tê bikaranîn; bi me nîşan dide ku parastina mafê
            jinan, şermezarkirina tûndiyê, daxwaza darizandina bersûcên tûndiya li hember jinan,
            tekoşîna li hember zor û zextên ser jinan tê kirin vê pergalê nerhet dike! Ev jî, carekî
            din li ber çava radixe ku; ev tûndî ne ferdî-munferîd e, bi awayeke pergalî û polîtîk e.

            Di şûna ku li ser kuştî û yên dikuje kî ye/kî ne, derxin holê de; li ser tûndiya ku jin lê rast
            tê, ciyê lê ye, dem û şêweyê lixwekirina cil û bergên wê, rewşa jiyana wê ji xwe re dikin
            sedem. Da ku jinê li pişt deriyan bêdeng bihêlin. Wekî ku di her qadê jiyanê de çawa
            serweriya mêrî heye, her waha di aliyê darazê de jî di korîdorên dadgehan de rêgezên
            wan her dem di lehê mêr de, mekanîzma ya zayendparêziyê esas digirin. Bi saya jinên
            kedkar ku salonên dadgehan tije dikin, êdî ew huqûqa ku nayê bikaranîn bi liv û tevgera
            rayagiştî bala wan hat kişandin, ku pêvîste rêgezên zayenda civakî bibînin û li gor wê
            biryar bidin anî bîra wan.
            Bi perdeya ‘xwekuştin in’ dixwazin rastiya bûyerê veşêrin û kujerê Şûle Çetîn ê ku
            negirtî dihat darizandin girtina wî û di encamê de cezakirina wî. Dîsa; ew zilamê ku
            Ceren Damarê qetil kiribû cezakirina wî û ji bo ku kujer cezayê kêm bixwe, hewildanên
            Parêzerê wî ji dervayê sînorên huqûqê tevgeriya, derbarê wî de ji aliyê Baroyê ve lêpir-
            sîna disiplînê dan destpêkirin. Bi minasebeta ku kujerê Muzeyen Boylû xwe biparêze
            dixwazin doza wê bikşînin derekê din, ev daxwaza wan bi hewildanê rêxistina jinan
            hestiyariya rayagiştî pêk hat û ew daxwaz red bû. Oyku A. Ya ku xwendekara Fakulteya
            Huqûqê ye û hê gelek jinên din rastî destdirêjiya parêzerekî mêr hatine û ew parêzer
            hatiye girtin.  Ev bûyerê navborî û hê gelek bûyerên wek vana ku kêm be jî doz hatiye
            şopandin, faîlên wan hatine girtin û cezakirin tev bi tekoşîna jinên bi rêxistin in, ku ra-
            yagiştî hêşyar digrin. Divê tu car ji vê tekoşînê venegerin.

            Kedkarên Çapemeniya Hêja
            Wekî ku tê zanîn, di 27/02/2020î de li gor daxuyaniya fermî li Îdlibê 33 leşkeran jiyana
            xwe jidest dane. Li ser vê bûyerê penaberên li Tirkiyê ne, ew birine deriyê sînor û çend
            navendên rêkirinê valakirine. Penaberên ku ji wan ciyên hatine valakirin bi kelekên ser
            avê xwe berdane ser deryayê. Di nav van penaberan de; Qumatek, Zarok, Jin, Kal û Pîr
            jî hatine dîtin.


                                                 481
   477   478   479   480   481   482   483   484   485   486   487