Page 481 - 2018-2021 Çalışma Raporu
P. 481

derbarê jinan, ku bi awayeke sîstematîk bi şûnve maye xwedî payeke zêde ye. Dîsa;
          li gor referansên Olî sazkirina zagonan di vê derbarî de bandoreke mezin lêkiriye. Di
          pakêta 2. Ya Darazê de ku ji bo “bi îstîsmarkarên zarokan re rêya zewacê” dê bên efû-
          kirin re, îstîsmarkirina zarokan û zewaca di temenên biçûk de rewakirin tê xwestin.
          Dixwazin rêya zarokên keç yên mexdûr ku bi tecawizkarên xwe re bizewicin vebikin.
          Di her sererastkirina şert û mercên zewacê de rêya mexdûriyetê ji zarokên keç re tê
          vekirin. Ev teqez wisa ye.

          Di serê saziyên ku; rêya tûndiyê, li ser esasê zayendî ya civakê ye û bi armanca kont-
          rolkirina jinan tevdigere, Wezareta karê Diyanetê û saziyên girêdayê wê ne. Ku ji bo
          kêşeyên nav malbatê çareser bike sazî buroyênyên hatine avakirin in. Di van buroyên
          Rehberên Olî de, şîretên wan ên ji bo jinên ku rastî tûndiyê tên, di warê tekoşîna mafê
          jinan de zehmetiyan derdixin, dibin asteng. Bi gotina; esas peywirê jinê dayîktî û cihê
          wê yê esasî jî mala wê ye! Dixwazin bi vê ferasetê hişmendiyek ava bikin û jinê ji ci-
          vakê qut bikin. Gotin û fetwayên hêzên serweran, polîtîkayên li ser bedena jinan ku tê
          meşandin; li ser jinan cudakariyê, tûndî û kuştina jinan dixin rewşeke asayî, wek tiştên
          ji rêzê û li hember jinan ku di saziyên giştî de cîh digrin re gef û tehdît pêşdixin.

          Tirkiye ku alîgirê Peymana; Pêşîlêgirtina bi her cureyî cudakariya li hember jinê ya nav-
          neteweyî (CEDAW) û her waha alîgirê Peymana Konseya Ewrûpa (Peymana Stenbolê)
          ye ku; Tekoşîna li hember tûndiya li ser jinê û tûndiya nav malbatî de pêşî lêbigire; li
          ser vê esasî divê wekheviya zayendiya civakî pêk bîne. Di zagon û pêkanînên xwe de
          ewlehiya pêşîlêgirtina li hember hemû êrîş û tûndiyên li ser wekheviya jin û mêrî di
          her qadên jiyanê de pêk bîne soz daye û ew îmze kiriye. Bi vê minasebetê; di bin banê
          Wezareta Dadê de, bi navê 2.paketa Darazê de xebatên tê meşandin wek “şertê dozê”
          ku di navbera malbat û berxur (tuketici) de wekî ne lihevdukirinê wan, di qadên cuda
          de jî şertê serîlêdana navbeynkaran, bi awayeke eşkere binpênkirina wan Peymanan in.

          Wekî huqûqê malbatê û hê gelek mijarên din jî, di xwe de dihewîne û bi sedemên dî-
          namîkên li gor zagonan jî herî zêde kû pêdivî pê heye wekheviya jin û mêr e. Di cihê ku
          bi her awayî  tûndiya ser jinê ku ji alî mêr ve pêk tê, lihevdu anîna bi rêya navbeynkaran

                                              480
   476   477   478   479   480   481   482   483   484   485   486