Page 50 - 2020 Yılında Diyarbakır Barosu Başkanı, Yönetim Kurulu ve Baro Üyesi Avukatlara Yönelik Soruşturma ve Kovuşturmalara Dair Rapor
P. 50
NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A
BAROYA AMEDÊ BAROYA AMEDÊ
serokê baroya me û hevpîşeyên me hatine şermezar kirin û ji bo kirina tiştê divê
Desteya Bilind a Dadgêr û Dozgeran hatiye vexwendin ji bo bi cih anîna erka xwe.
Piştî vê daxuyaniyê li ser kirina banga sûc a ji aliyê Dadgêrê Silh û Ceza ve di der heqê
Serokê Baroya me û hevpîşeyên me de li gor hukmê Yasayê 6’emîn a Kirina Têkoşînê
Li Dijî Terorê yê di madeyê 1emîn de’’... ên ku zanavê erkdarên dewletê yên di kirina
têkoşîna li dijî de bikar in bidin xuya kirin ya jî belav bikin û bi vî awayî wek hedef
nîşan bidin ji salekê heta bi sê salan bi cezayê hepsê tên ceza kirin’’ dest bi lêpirsînê
hatiye kirin. Di giliya ku hevpîşeyên me di der heqê dadgêrî de ji DBDD’an kiriye tu
bipêjdeçûyîn nîn e.
Ji ber daxuyaniyeke nivîskî ya li ser navê Navenda Bicihanînê ya Mafê Jinan a Baroya
Amedê ya 11’ê Ilûna 2019’an li ser sîteya webî ya baroya me parkirî ku bi vî awayî
‘’ Rabûna li ber şer û xwestina aştiyê mafekî mirovan e û di her şert û mercî de em
dibêjin NA JI ŞERRE! HEMA BILA AŞTÎ NIHA BE!’’ diqede dest bi lêpirsînê hatiye kirin
di der heqê serokê baroya me û endamên desteya birêvebir de û ev lêpirsîn hêj
berdewam e.
Derhiqûqiyên Tespîtkirî Di Lêpirsîn û Dozên Di Çarçoveya
Lêpirsîna Konreya Civaka Demokratîk de
Kongreya Civaka Demokratîk; bi piştgirî beşdar bûyîna nimînende partiyên siyasî
yêncur bi cur, odeyên pîşeyî, SSC û pêşengên qenaetê di 26-28’ê Cotmeha 2007’an
de li Amedê ava bûye. Kongreya Civaka Demokratîk kês û kûsên xwedî fikrên cuda
piştgirî ji wan dîtiye re di serî meseleya Kurd li ser gelek meseleyên mamleketî xebat bi
rê ve birine. KCD’ a ku kirinên xwe bi aşkerahî radigihîne gel, car carinan bi rayedarên
hikûmetê re jî hevdîtin kirine. Çalakiyên bi beşdar bûyîna siyasetkir, akademîsyen,
huqûqvan, sendîkavan, rojnamevan û ji her birên gel û civakê saz kirine. Di van
çalakiyan de di meseleya çareser kirina meseleyên civakî de kes û kûsên xwediyê bîr û
dozên cuda, fikrên dinyayî, bawerî û etnîsîteyan hanîne bal hev.
Ji aliyekî ve di sala 2012’an de KCD ji aliye Serokê MMGT’ê ve dawetê meclîsê hat
kirin, ji aliyekî din ve jî di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê dadgêr, dozger û hêzên ewlehiyê
yên endam bûyîna FETO’yê îxraç bûn ve bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê
vê dest pê bû şopandinên teknîkî, kirina guhdariyê li cih, kirina guhdariya telefonan
û kirinên KCD’ê yên heta sala 2014’an tev, civînên ku kirine, komxebat, sempozyûm,
daxuyaniyên çapemeniyê û panel mijarê darizandina cezayî. Hema bibêje di der
heqê her kesê ku carinan nimînendeyên partiya desthilatê jî beşdarê kirinên KCD’ê
dibûn de dest bi lêpirsînên cezayî û şopandinan hatiye kirin. Di nav ên ku rû bi rûyê
lêpirsîna cezayî bûne de siyasetkir, rojnamevan, sendîkavan û wek gelek birên din
serokên baroya me û parêzer jî he ne.
Di der heqê parêzerên ji ber temsîliyeta saziyî bi mebesta parastin û dayîna geşeyê bi
demokrasiya beşdar bûyîn û rêzdariya ji bo piranîparêziyê û jiyana bi hevparî beşdarê
civînên KCD’ê bûne de bi sûcdar kirina ‘’endamtiya rêxistinê kirina dozan û dayîn
hukum wek destwerdaneke li dijî hêjahiyên demokratîk tê helsengandin. Lêpirsîn û
dozên meqamên darizandinê bi ‘konjonkturelî’ dikin, ewlehiya huqûqî ya welatiyan û
rêgeza dewleta huqûqê bi giranî binpê dikin. Ev kirin û kirinên bi vî rengî yên krîtera
‘’Vezanîna huqûqî ya pêwendîdar e bi dewleta huqûqê û rêgeza yasayî bûnê re jî,
em dixwazin destnîşan bikin ku ji navê radike. Ji wê boneyê wek ku Wezareta Dadê jî
destnîşan kiriye divê daraz dev ji kurmê xwe yê kirina doz û lêpirsînên ‘’konjonkturel’’
ber bide. Herwiha di benda 278emîn a biryara Selahattin Demirtaşî ya Daîreya Mezin
a DMME’yê de hatiye îfade kirin ku KCD rêxistin bûyîneke yasayî ye û nabe ku kirinên
8

