Page 52 - 2020 Yılında Diyarbakır Barosu Başkanı, Yönetim Kurulu ve Baro Üyesi Avukatlara Yönelik Soruşturma ve Kovuşturmalara Dair Rapor
P. 52

NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A                                                              NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A
                                      BAROYA AMEDÊ                                                                         BAROYA AMEDÊ



            bûne  jî  geriyane.  Mieyeneya  fizîkî  ya  hevpîşeyên  me  yênnn  birine  nexweşxaneyê
            nehatiye kirin. Piştî kirina çend pirsan ji wan, ew birine Şaxê Têkoşîna Li Dijê Terorê ya
            Amedê.
            Ji 25 parêzerên ji seetên serê sibehê yê 20.11.2020’î ve binçavbûyî 22 jê piştî îfadeyên
            wan tên girtin li Şaxê Tekoşîna Li Dijî Terorê ya Amedê serbest tên berdan heman roj
            di seet neh û nîvên bi şev. Du hevpîşeyên me jî roja 21.112020’î piştî ifadeyên wan
            tên girtin tên berdan, hevpîşeyek me jî 23.112020’î de bi şertê kontrola edlî tê berdan
            ji aliyê Dadgêriya Ceza û Silhê ve.

            Hevpîşeyên  me  ji  beşdar  bûyîna  kirinên  bi  mebesta  parastina  mafê  hilbijartinê  yê
            welatiyan bi serbestî, pêkanîna ewlehiya sindoqan ku bi rûtînî Baroya Amedê bi salan
            in dike bi sûcê ‘’endamtiya rêxistinê’’ hatine sûcdar kirin.

            Di der barê dosyeya lêpirsînê de bi daxwaza Dozgeriyê û bi biryara dadgêriya Ceza û
            Silhê li gor madeyê 153’emîn ê CMK’ê biryara hacîr kirinê hatiye dayîn. Hatiye qedexe
            kirin ku hevpîşeyên me yên tên sûcdar kirin û parêzerên wan vekolîna dosyeyê bikin
            û nimûneyekî ji dosyeyê bigirin.
            Navenda me di demajoya hazir kirina vê raporê de, di hevdîtinên ku bi hevpîşeyên
            me yên binçavbûyî re kiriye de; hatiye hînkirin ku axa çîçekên li şaneşînê jî ji hev hatiye
            belav kirin di çarçoveya lêgerînê de, nameyên taybet hatine xwendin, dest danîne ser
            telefonên wan. Nehiştine ku xwe bigihînin mirovên xwe, hevpîşeyên xwe û Navenda
            Mafê Parêzeran a Baroya Amedê.
            Di dema lêgerînê de divê îmaja kompîtur û telefonan bihata girtin û bihatina îade
            kirin, rasterast dest dane ser û hê jî îadeyê hevpîşeyên me nehatine kirin.

            Girtine bi ser mala malbatên hevpîşeyên me yên di der heqê wan de biryara qefaltinê
            he ye û li derveyê welêt in jî. Erkdarên ewlehiyê di dema lêgerînê de beyan kiriye ku
            dizanin hevpîşeyên me li derveyê welêt in, lê dîsa li malê geriyane.
            Hevpîşeyên  me  yên  hatine  binçav  kirin,  ji  bo  mieyeneya  edlî  hin  jê  birine
            Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hin jê jî birina nexweşxaneya leşkerî. Hevpîşeyan
            beyan kiriye ku di dema kirina mieyeneya li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê cihê
            mieyeneye lê hatiye kirin ê di têketinê de bi normalî cihê ku personelên otomasyonê
            ku qeyda nexweşan çêkiriye bûye, pizîşkê li vir mieyene kiriyejî bi tenê bi çend pirsan
            di ser guhêh xwe re avêtiye û dema kirina mieyeneyê de 4-5 hêzên ewlehiyê amade
            bûne li cihê mieyeneyê. Şopa pêçiyên temamê hevpîşeyên me yên hatine binçav
            kirin hatine girtin.

             Hevpîşeyên me diyar kirine ku ew di bin çavan de carinan di nezaretxaneyên bi 4-5
            m²’yî de tevî şeş kesan hatine girtin. Tevî ku hevpîşeyên me zehmetî kişandiye di xwe
            gihandina ava paqij de, rojê du avên 50ml’î dane wan; ku têr nekiriye ji ava mislixê
            ya lavaboyê wan av vexwariye.
            Nezaretxane li gor du kesan hatine çêkirin, tê de bi tenê du nivîn hebûne, lê bi piranî
            4 kes mane tê de. Ji bo raxistina li erdê betanî dane yên ku bixwazin bêhna xwe
            bidin, hewadar kirina ji aliyê der ve ya nezaretxaneyan nîn bûye. Hîjyena ku divê di
            çarçoveya pandemiyê de hebe nîn bûye, hewadar kirin, sînordar kirina hejmara kesan
            a di warê mayîna di heman cihî de bi hev û din re nehatine. Testên Covidê yên du



                                          10
   47   48   49   50   51   52   53   54   55   56   57