Page 48 - 2020 Yılında Diyarbakır Barosu Başkanı, Yönetim Kurulu ve Baro Üyesi Avukatlara Yönelik Soruşturma ve Kovuşturmalara Dair Rapor
P. 48

NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A                                                              NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A
                                      BAROYA AMEDÊ                                                                         BAROYA AMEDÊ


            ku ji sala 2007’an heta niha li Amedê çalak e, bûne hatine binçav kirin. Qet nebe
            li 12 hevpîşeyên ji ber beşdar bûna hin kirinên KCD’ê di çarçoveya madeyê 314/2
            yê YKT’ê bi sûcdar kirina ‘’endamtiya rêxistinê’’ doz hatine kirin. Prz. Fethi Gümüş ê
            salên 1990-1994’an serokatiya baroyê kiriye bi 7 sal û 6 mehan, Mehmet Emin Aktarê
            salên 2008-2008-2012’an serokatî kiriye û endamek ji baroya e bi 6 sal û 3 mehan
            hatine ceza kirin. Li gor tespîtên navenda me têkildarî heman sûcî biryara beraetê ya
            5 hevpîşeyên e hatiye dayîn, qet nebe dozên li 4 hevpîşeyên me tên kirin berdest in.

            Ji ber bi dawî bûna pêvajoya çareseriyê ji ber rewşa pêvajoya çareseriyê beşdar bûna
            burokrasiya dewletê, bi agahî û erê kirina wê, krîmînalîze kirina wê û xebatên wê
            yên di warên cur bi cur de dikirin, rû bi rû bûna mihataban bi lêpirsîn û şopandinan
            û  taliya  talî  ceza  kirina  wan  kirina  bin  pêyan  a  ‘’rêgeze  pêşbîniya  bi  yasayan’’  bi
            aşkerahî ji navê radike. Şîroveya Daîreya Mezin a DMME’yê ya di der barê rêgeza
            pêşbîniweriyê de kiriye gelek balkêş e: ‘’ Divêtiyeke ji divêtiyên îbareya ‘’pêşbîniya bi
            yasayan’’ pêşbînîwerî ye. Li gor dîtina dadgehê, eger normek têr nehatibe bi teşe
            kirin ji bo serrast kirina reftarên xwe ya kesan heger bivê û bi pêşniyazan nebe bersiv
            ji bo pêşbîniya di asteke maqûl de ya encamên şert û çalakiyên têkildar dibin sedem
            li gor mexsedên fiqreya 2’yemîn a madeyê 10emîn ‘’bi yasayî’’ bi keys nayê dîtin.’’
            Dairey Mezin di berdewamiyê de etfî rapora Komîsyona Venedîkê dike; ‘’ Di bi cih
            anîna madeyê 314emîn ê Yasayê Cezayî di dema helsengandina endamtiya rêxistina
            bi çek de ya dadgehên xwecihî bi asasê delîlên zeîf meyla wan ji dana biryaran re
            hebûye. (…) Di der heqê sûcên bi cidî yên madeyê 314emîn ê Yasayê Cezayî yên
            îsnadî serlêderî tên kirin di çarçoveya vî madeyî de gelek berfireh e û gava rewş bi
            şîroveyên dadgehên xwecihî re jî dibin yek li dijî destwerdanên bi kêfî yên dadgehê
            ne têr bi temînat e.

             Daîreya Mezin di heman biryarê de KCD wek rêxistineke yasayî bi wesf kiriye û biryar
            daye ku beşdar bûyîna xebatên KCD’ê ji bo girtinê jî delîl/hincet ne bes in.

            Şopandin û Lêpirsînên  Li Serokê Baroya Amedê û Endamên
            Desteya Birêvebir Hatine Kirin
            Dozên Li Serokê Baroyê û Endamên Desteya Birêvebir ên Serdema
            2016-2018’an Hatine Kirin
            I - Du dozên ji hev û din cihê hatine kirin li Serokê Baroya Amedê Ahmet Özmen û
            endamên Desteya Birêvebir ên serdema 2016-2018’an
            Daxuyaniyên baroya me yên bûne mijara dozan;
            •   -Nivîsa bi sernavê ‘’Em Êşa Gelê Ermen: Felaketa Mezin/ 24’ê Nîsanê Par Dikin’’
                a 24’ê Nîsana 2017’an.
            •   Nivîsa bi sernavê ‘’ Ceza Kirina Îfadeya ‘Kurdistan’ê Şerm e, Nayê Qebûl Kirin’’ a
                18’ê Berfanbara 2017’an
            •   Rapora bi sernavê ‘’Mewqiya Kanîreş Gundê Tale yê Colemêrgê (Bûyera Ji Ber
                Destwerdana Sihayê Qewimî) ya 14’ê Ilûna 2017’an

            Têkilîdarê van îdiayan li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê di der heqê
            Endamên Desteya Birêvebir a Baroya Amedê de ji sûcên ‘’ Kişkişandina gel ber bi
            kîn û nefretê ve bi aşkerahî, kêm xistina Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê û Gelê Tirk’’



                                           6
   43   44   45   46   47   48   49   50   51   52   53