Page 44 - 2020 Yılında Diyarbakır Barosu Başkanı, Yönetim Kurulu ve Baro Üyesi Avukatlara Yönelik Soruşturma ve Kovuşturmalara Dair Rapor
P. 44

NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A                                                              NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A
                                      BAROYA AMEDÊ                                                                         BAROYA AMEDÊ




            KURTE


            Ev rapor, di çarçoveya kirina bin pêyan, şopandin û lêpirsînên di dema kirina karê xwe
            ya hevpîşeyên me parêzerên girêdayî Baroya Amedê ku di sala 2020’î de bi rû bi bûne
            hatiye amadekirin. Parêzerên ku di bi banê Navenda Mafê Parêzeran a Baroya Amedê
            ku rapor hazir kiriye de,bi 52 parêzerên di der heqê wan de lêpirsîn û şopandin hatine
            kirin û bi encam kirin re rû bi rû ya jî bi telefonê hevdîtin hatine kirin. Bi daxwaza
            parêzerên ku li ser bûyerên di raporê de behsa wan tê kirin navên parêzeran nehatiye
            aşkere kirin. Lê navên hevpîşeyên me û belgeyên aîdê lêpirsîn û dosyeyên dozan
            di nav tomarên Navenda Mafê Parêzeran a Baroya Amedê he ne. Gava ev rapor
            hatiye amade kirin, vekolîna girtek, angaştname, dosyeyên dozan, girtekên danişîn û
            rûniştinên li dadgehan û biryarên dadgehan hatiye kirin.
            Di  raporê de, di der heqê kuştina serokê baroya me Tahir Elçiyî de cih hatiye dayîn ji bo
            kronolojiyekê, cih hatiye dayîn ji bo şopandin û lêpirsînên li Serokê Baroyê û Endamên
            Desteya Birêvebir ên niha û serdema berê, şopandinên bi angaşta ku beşdarê kirinên
            Kogreya Civaka Demokratîk bûnê tên kirin di der heqê serokên berê yên baroya me
            û hevpîşeyên me de û daneyên di der heqê lêpirsînên di demên ciyawaz de ji aliyê
            serdozgeriya Riha û Amedê ve hatin kirin û gelek hevpîşeyên me binçav bûn ji ber.
            Herwiha cih hatiye dayîn ji bo agahdar kirin û îstatîstîkên di der heqê lêpirsînên li
            hevpîşeyên me hatine kirin. Û herî dawî jî cih hatiye dayîn ji bo çavdêriyên me yên di
            der heqê derhiqûqîyên di  şopandin û lêpirsînên li hevpîşeyên me hatine kirin.







































                                           2
   39   40   41   42   43   44   45   46   47   48   49