Page 46 - 2020 Yılında Diyarbakır Barosu Başkanı, Yönetim Kurulu ve Baro Üyesi Avukatlara Yönelik Soruşturma ve Kovuşturmalara Dair Rapor
P. 46
NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A
BAROYA AMEDÊ BAROYA AMEDÊ
1) Demajoya Di Der Heqê Kuştina Serokê Baroya Me Tahir Elçiyî
de, Kurteyê Şopandin û Lêpirsîna Di Der Heqê Kuştinê de
Baroya Amedê rêxistinek e ku ji berê de ji xeynî pirsgirêkên pîşeyî li Tirkiyeyê, di warê
hiqûq, mafê mirovan û meseleyên civakî de dixebite, raporan amade dike, bi van kirin
û nasnameyê xwe di civakê de pir tê nas kirin. Ji lewma Baroya Amedê û endamên
xwe jî zexta ber pêyê parêzer û parêzeriyê bûye bêpar namînin. Ji bo fam kirina ji
qewimînên diqewimin divê mirov baş fam bike ji nîşandana wek hedef a Tahir Elçiyî
ku bedelê herî giran ê Baroya Amedê daye û kuştin û demajoya kuştinê ya bi pişt re.
Tahir Elçi, di 15’ê Cotmeha sala 2015’an de di bernameya ‘’Tarafsız Bölge’’ di CNN
Türkê ku Ahmet Hakanî pêşkêş dike de gotiye ‘’PKK ne rêxistineke terorî ye’’ û ji wê
boneyê pêşî 700 hezar ceza li kenalê hatiye birîn, di pey re di 20’ê Sermaweza
2015’an de Tahir Elçi li Amedê di odeya xwe ya li baroyê hatibû binçav kirin û hatibû
birin ji bo Stenbolê. Tevî ku dozgeriyê ew sewq kir bi daxwaza girtinê, Elç bi şertê
kontrola edlî hat berdan ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a 2’yan a Bakirköyê ve di
heqê wî de ji sûcê ‘’ kirina propagandaya rêxistina terorî’’ bi daxwaza ceza girtîgehê
bi 7 sal û nîv îdianame hat amade kirin.
Serokê Baroya Amedê piştî binçav bûyîna xwe bi 8 rojan di 28’ê Sermaweza sala
2015’an de li Amedê, li ber Minareyê Çarlingî, li Sûrê di dema dayîna daxuyaniyeke
çapemeniyê de hat kuştin.
Piştî kuştina Tahir Elçiyî, ji bo lêpirsîn bi ban û dor were kirin li Baroya Amedê ‘’Komîsyona
Lêpirsînê’’ hat ava kirin. Li gor saloxên Komîsyona Lêpirsînê; piştî kuştinê qet nebe 3
caran hatiye xwestin ku vekolîna cihê bûyerê were kirin lê her carê koma dozgeriyê ya
ku dê; ji ber dengên pêvçûna berdewam bûye de ji cihê bûyerê veqetiyaye.
Gelek derhiqûqiyên wek bi 111 rojan piştê kuştina Tahir Elçiyî kirina vekolîna cihê
bûyerê, tespît kirina birîneke bi 13 saniyeyên ku kêliyên berdana Tahir Elçiyî jî di nav
de ne di hin kamerayan de, ji hev derxistina qeydên kamerayeke aîdê kargehekê piştî
du salan di sala 2017’an de û peyde nebûyîna hin qeydan, guhdarî kirina bi sifetê
‘’kesê haydar’’ ya jî wek ‘’şahid’’ lê ne wek ‘’kesên mirov jê bi şik û guman’’, veşartina
rapora ji aliyê Serpereştê Milkî yê ji Wezareta Kar û Barên Navxweyî ve erkdarkirî hatine
tespît kirin.
Di der heqê kuştina Tahir Elçiyî de piştê 4 sal û 4 mehan îdiaya ku hatiye amade kirin
hatiye qebûl kirin ji aliyê dadgehê ve. Di dadgeha pêşî ya di 21’ê Cotmeha 2020’î de
hat kirin, ji ber israra dadgehê ya guhdarî kirina bersûcan bi pergala SEGBİS’ê û hin
biryarên nehuqûqî, parêzerên malbata Elçiyî, ji ber ku di daxwaza red kirina endamên
dadgehê û dadgêrî kir navbir hat dayîn ji bo dadgehê.
Ji ber gotinên xwe yên di bernameyeke televizyonê de gotine bi carekê dest pê kirina
lêpirsîna cezayî di der heqê serokê baroyê de dayîna biryara girtinê ji bo wî û di pey
re kuştina wî perçeyekî êrîşa sîstematîk a herî giran ê li dijî Baroya Amedê ye.
Êrîş dev û destdirêjiyên li dijê pîşe û hevpîşeyên me roj bi roj bi zêdebûyîn berdewam
dibin. Parêzer ji ber kirinên xwe yên pîşeyî binçavî dibin, tên girtin û ceza kirin. Di
vê raporê de ji roja kuştina Tahir Elçiyî ta niha bi rêzeke kronolojîk vekolîna şopandin
lêpirsînên nîşaneya zexta sîstematîk a li dijî parêzerên Baroya Amedê hatiye kirin. Parekî
giring ê van şopandin û lêpirsînan wisa xuya ye ku ji ber hewl û hestewariya di
meseleyên civakî de ya Baroya Amedê ye.
4

