Page 54 - 2020 Yılında Diyarbakır Barosu Başkanı, Yönetim Kurulu ve Baro Üyesi Avukatlara Yönelik Soruşturma ve Kovuşturmalara Dair Rapor
P. 54
NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A NAVENDA MAFÊ PARÊZERAN A
BAROYA AMEDÊ BAROYA AMEDÊ
Encam û Tespît
Serokê baroya me Tahir Elçi piştî ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çarlingî
ya li Sûrê bi êrîşeke bi çek canê xwe ji dest da di lêpirsîna ku dest pê hat kirin de hê
gelek kiriyariyên asayî jî nehatine kirin ya jî kêm hatine kirin. Em dixwazin bê zanîn
ku em jê bi şik û guman in ku merheleya darizandinê jî bi heman helwestê bibe. Di
sûcên ku erkdarên dewletê daxil dibin de mirov dibîne ku, meqamên îdarî û dadî di
kirina lêpirsînan de bi kêfî tevdigerin, ne bi dilê wan e ku kiriyariyên lêpirsînê li gor
yasayan bi rê ve biçin. Ev yeka ku navê wê ‘polîtîkaya neceza kirinê ye em di kuştina
Tahir Elçiyî de jî rû bi rûyê wê bûn. Baroya Amedê destnîşanê dewleta hiqûqê dike
ku dev ji polîtîkaya cezanekirinê bê berdan û bang dike ku kuştina Elçiyî bi her awayî
were aşkera kirin.
Di encama Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de yên piştî rewşa awarte ku piştî
hewldayîna derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat ragihandin; di tarîxên cihê bi
cihe de hatin weşandin de; bi hezaran personelên dewletê, hatin îxraç kirin, saziyên
çapemenî û weşandinê, komal, weqif û sendîka hatin girtin. helwesta raya giştî ya
li dijî rêxistinên civakî yên sivîl ên ku hêmanên nebe nabe yên pergala demokratîk û
pirranîpareziyê ne, piştî rakirina rewşa awarte jî bi rê û rêbazên cuda berdewam e.
Hevpîşeyên me yên endamên komalên bi BDQ’an de hatin girtin di rewşa awarte de,
bûyîna endamê van komalan di çarçovey sûcdar kirina ‘’endamtiya rêxistinê’’ wek delîl
li dosyeyên lêpirsîn û dozan tên zêde kirin.
Baroya Amedê di serî de çareser kirina bi aştî ya pirsgirêka Kurd, bi hay hebûna ji gef
û talûke û gefên li dijî mafê bingehîn û azadiyê ya li welate me, hewlê dide ku bi
bandor lêpirsîna van binpêkirinan were kirin, failan derbixin pêşberî darazê û bi adilî
bidin ber pirsan û ceza bikin. Ji ber têkoşîna mafî ya bi hewldayîn û piştgiriyî saziyî
û takekesî ya endamên wê bi awayekî sîstematîk, duçarê zext, gef û tacîza darazê
dimîne.
Rû bi bûyîna bi şopandin û lêpirsînên sîstematîk a daxuyanî û kirinên saziyî yên Baroya
Amedê, di mijara azadiya derbirinê de li ser Serokê Baroyê û endamên Desteya
Birêvebir gefeke cidî ye. Îfadeyên nediyar û berfereh ên di madeyê 301’emîn ê TCK’ê
de, bergehe fereh a sepandinê vedike ji dozger û dadgehan re, dibe sedema çêbûna
encamên li dijî krîterên ‘’Tê pêşbînî kirin’’ ên sûcê di madeyê 301’emîn ê TCK’ê. Ji
lewma biryara mijara îtîraza divê were hilanîn.
Helwesta darazî ya ji bo hilanîna ji navê ya azadiya derbirinê ya şexsî û saziyî her ku
diçe dibe wek navgînekî zextê. Dadgehên dereceyê bi piranî guh nadin ‘’krîterên
azadiya derbirinê’’ yên di îçtihadên DMME’yê.
Sûcê ‘’endamtiya rêxistinê’’ ku di madeyê 314’emîn ê TCK’ê de hatiye serrast kirin
ji aliyê dadgehan ve bi berferehî tê şîrove kirin. Parkirinên mediyaya civakî, kirinên
pîşeyî, bûyîna endamê komala ku bi BHQ’yan hatine girtin, civan û xwenîşandanên
bi aştî yên bi salan, îfadeyên razber ên şahidan wek hincet tên nîşandayîn û di heqê
wan de bi sûcdar kirina bûyîna endamê rêxistinê lêpirsîn û doz tên kirin. Em dixwazin
bidin xuya kirin ku di gelek dozên di çarçoveya madeyê 314’emîn ê TCK’ê di asta
neteweyî de rêça heman rêyê tê ajotin û ev şîroveya bi berferehî li dijî krîterê ‘’pêşbînî
bûyîna bi yasayan’’ e. Bi cih anîna heyî ya madeyê 314’emîn ê TCK’ê di asta neteweyî
de, ji bo azadiya derbirinê gefeke giran e.
12

