Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
Em Di Roja 202?mîn A Qetlkirina Serokê Baroya Xwe De Serokê Baroya Xwe Bi Hurmet Bi Bîr Tînin...

20.06.2016

Em Di Roja 202’mîn A Qetlkirina Serokê Baroya Xwe De Serokê Baroya Xwe Bi Hurmet Bi Bîr Tînin...
 

Di roja 202’mîn a qetlkirina serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ de li pêşiya avahiya dadgehê çalakiya bi bîranînê ya ku bi biryara dê her hefte bê kirin hatiye dayîn îro jî bi beşdariya hevpîşekarên me hat kirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Baroyê Prz. Cîhan Îpek û Endamê Baroya Me di heman demê de Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan Prz. Meral Daniş BEŞTAŞ ên ku di çalakiyê de axivîn ev gotin.

Prz. Cîhan ÎPEK;

Hevalên birûmet ên çapemeniyê ji ber ku we em tenê nehiştin ji we hemûyan re spas dikim.

Îro dîsa ji bo bi bîranîna Serokê Baroya Me yê birûmet Tahîr ELÇÎ û ên ku di dosyeya lêpirsînê de peywirdar in lê peywira xwe bi cih naynin ji bo bi bîranîna peywira wan û şermezarkirina vê cineyetê em li pêşiya avahiya dadgehê ne.

Ji ser cineyetê 29 hefte derbas bûn. Ne tenê 29 hefte, 1029 hefte jî derbas bibe em heta ku ev cineyat ronî bibe em êvê cineyetê û berpirsyarên wê nalet bikin û em ê şermezarkirinên xwe bidomînin. Derbarê dosyeya lêpirsînê de tu pêşketinek tune. Tê gotin ku em ji hin tomargehan li benda hin encaman in. Ji wan jî hêdîbûnekî heye û wisa xuyaye ku lêpirsîneke çalak nahê birêvebirin.

Me ji rayedaran re derbarê dosyeya lêpirsînê de gellek pirs ragihandin; Lê wan ji van pirsên me yekê jî nebersivandin. Tê dîtin ku dixwezin bûyerê sar bikin û ser bûyerê bigirin. Wek me berê jî gotibû em rayedaran vedixwînin bila peywira xwe û karê ku dikeve ser milê wan bi cih bînin. Ji bo ku derbarê mijarê de fikrên xwe ragihîne ez dixwezim mafê axavtinê bidim hevala me ya Parlementer Prz. Meral Daniş BEŞTAŞ.


Prz. Meral Daniş BEŞTAŞ;

Hevalên birûmet ên çapemeniyê û hevpîşekarên me, di hefteya 29’mîn de dîsa hevpîşekarê me, hevalê me Tahîr ELÇÎ kujerê wî nehat dîtin. Em dîsa li vir in û vedibêjin ku kujer û fail tên parastin. Bi rastî jî qetlkirina Tahîr ELÇÎ, çûyîna wî ya ji nav me  a niha li Tirkiyeyê rojên reş ên ku didomin yek ji destpêkirinên wan pêk tîne. Eynî wek ku di qedexeya derketina kolanan de dibû li Cizîrê di jêrzemînan de mirov bi saxitî dihatin şewitandin,li nisêbînê bi bomberana ji hewayî wek tunekirina bajarekî di şexsê Tahîr ELÇÎ dexwestin ku hêviya aşîtiyê, parastina aşîtiyê, bangewaziyên demokrasî û azadiyê tune bikin. Ji roja yekemîn heta niha wek ku hemû Tirkiye dizane, wek ku hemû Cîhan dizane û wek ku em jî ji nêzîk ve dibînin û dişopînin Tahîr ELÇÎ li pêşberî kamerayan hat kuştin. Eger bixwezin ne 24 seat, dikarin di 1 seatî de jî gumandaran derxin holê. Ne ji bo failan bibînin û cineyetê ronî bikin, xebateke arasteyî parastina failan tê kirin. Wek bûyerên li Roboskî, Pirsus û Enqereyê.

Seray û desthilatdar ên ku salên notî nalet dikin, ji wan salan xetertir pêvajoyek didin meşandin û welat gav bi gav ber bi tarîtiyê ve dikişînin.

Ez dixwezim vê bibêjim em dizanin kujer kê ne û em dizanin ku ji aliyê kê ve jî tên parastin. Xwestin ku di şexsê Tahîr de aşîtiyê qetlbikin lê em ê destûr nedin vê. Ji bo aşîtî were van erdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji we hemûyan re spas dikim.