Page 234 - 2018-2021 Çalışma Raporu
P. 234

Lê kurdî pir şîrîntir e
            Piştî  Xanî  û  Qubadî  jî
            Hacî  Qadirê  Koyî,  Pi-
            remêrd,  Xelîl  Xeyalî,
            Mîqdat Mîthat Bedirxan,
            li  pey    wan  Mîr  Cela-
            det,  Evdila  Goran,  Cî-
            gerxwîn,  Fêrikê  Ûsiv,
            Dr. Şivan, Qanatê Kurdo,
            Hecîyê Cindî, Apê Feqî û
            gelek kesên din doza zi-
            manê kurdî kir, di ber vê
            dozê  kedeke  mezin  dan,
            gelek berhemên giranbiha li pey xwe hiştin.
            Îro jî li ser şopa wan kesên nemir em doza azadîya çand û zimanê kurdî dikin. Zimanê
            me hê jî nebûye xwedîyê statûyeke fermî, ji hemû derfetên dewletê bêpar e, bi ser da jî
            gelek astengî li ber zimanê me hene. Ew jî nahêle ku zimanê me geş bibe û bi pêş bike-
            ve. Lewma jî berî her tiştî dive zimanê me bibe xwedanê statûyeke fermî û hemû kend
            û kospên li ber zimanê me werin rakirin. Ji bo vê yekê em ê bi hemû rê û rêbazên sivîl
            û demokratîk tê bikoşin.
            Lê belê hemû zanyar jî li ser wê bîr û bawerîyê ne ku çarenûsa ziman û çandan xwe-
            dîyên wan ên resen diyar dikin. Em kurd jî  em ê bi xwe çarenûsa ziman û çanda xwe
            diyar bikin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi helwesteke zelal û xebateke zêde heye. Pêwîst e
            hemû kurdên xwenas li vê dozê xwedî derkevin, nehêlin ku ziman û çanda wan ji dest
            biçe. Kuştina zimanekî pir hêsan e, lê belê zindîkirina wî pir zehmet e, lewre jî divê em
            nehêlin zimanê me bikeve rewşeke xerabtir. Her wekî helbestvanê nemir Cîgerxwîn
            dibêje:

            Vejîne zimanê xwe ey xwendevan,
            Nebûye milet hîç kesek bê ziman

            Zimanê me xweş  û xeroş û ciwan

            Eger baş bizanî tu nakî ziyan
            Wekî endamên Tora Ziman û Çanda Kurdî em bi vê bîr û bawerîyê hatine cem hev, em ê
            bi vê bîr û bawerîyê xebata xwe bimeşînin. Di vê roja girîng da em bang li hemû kurdên
            xwenas dikin ku beşdarî vê têkoşîna parastin û geşkirina çand û zimanê kurdî bibin da
            ku em zimanê xwe bikin xwedan statû û di hemû qadên jiyanê de karîger bikin.

            Wekî encam em dibêjin çarenûsa ziman û çanda me di destê me da ye, werin em bi hev
            ra ziman û çanda xwe biparêzin û geş bikin. Bi van hest û raman em Roja Zimanê Da-
            yikê li hemû zimanhezan pîroz dikin.

                                                                Tora Ziman û Çanda Kurdî
                                                 233
   229   230   231   232   233   234   235   236   237   238   239