Page 233 - 2018-2021 Çalışma Raporu
P. 233
İNSAN HAKLARI MERKEZİ, ADIYAMAN BAROSU İNSAN HAKLARI
MERKEZİ, ŞANLIURFA BAROSU İNSAN HAKLARI MERKEZİ,
GAZİANTEP BAROSU İNSAN HAKLARI MERKEZİ, BATMAN BAROSU
İNSAN HAKLARI MERKEZİ, SİİRT BAROSU İNSAN HAKLARI
KOMİSYONU
________o0o________
• Daxwiyanî ya 21’ ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî
Ji Çapemenî û Raya Giştî ra
Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. Di sala 1952yan da polîsên pa-
kistanî komek xwendekarên bengalî ji ber ku bi xwepêşandanekê doza zimanê xwe kirin
kuştin. Li Bangladeşê ji sala 1971ê ve roja 21ê sibatê ji bo bibîranîna wan xwendekaran
wekî Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê bibîranîn. Rêxistina Zanist, Çand û Perwerdeyê
ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO di sala 1999an ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya
Navneteweyî pejirand.
Ji hingê ve ew roj li seranserî cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê
pîrozkirin. Mirovên ku zimanê wan hatiye berbend û qedexekirin, di vê rojê da dengê
xwe berz û bilind dikin û doza azadîya zimanê xwe dikin. Di vê rojê da tê xwestin ku
astengî û qedexeyên li ser zimanan rabin, hemû ziman û çand wekî parçeyekî girîng a
ekolojîya çandî û zimanî werin pejirandin û ji bo geşbûna zimanên kêmderfet alîkarî û
piştevanî were kirin.
Em kurd jî wekî miletekî bindest, ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên neteweyî, doza
azadîya ziman û çanda xwe dikin. Hişmendîya parastin û bipêşvebirina zimanê kurdî ji
Ehmedê Xanî û Xaney Qubadî vir de di nav kurdan da heye. Ehmedê Xanî di şahkara
xwe Mem û Zînê da dibêje:
Safî şemirand vexwarî durdî,
Manendî durê lîsanê kurdî
Her wiha Xaney Qubadî dibêje:
Rast e dibêjin farisî şekir e
232

