Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir

20.06.2016

Em Dipirsin: #HûrşîtKulterLiKûYe?

Sazgehên ku li jêr şanenava wan heye ji dîroka 27’ê gulanê 2016 û vir ve li gel aqûbeta Hûrşît Kulter ê ku ji vê dîrokê pê ve agahî jê nahê standin “polîtîkaya bi zorê wendakirin” a ku wisa xuyaye ji nû ve xistine meriyetê di vê mijarê de banga raya giştî ya navneteweyî û ya Tirkiyeyê dike ku bi hestyar bin.

Di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de dev ji helwesta gotûbêjî berdan û piştî vegerîna konsepta şerî ya kevneşopiyî qedexeyên derketina kolanan ên ku li pey hev dihatin weşandin û di dema operasyonan de binpêkirinên giran ên mafên mirovî yên ku dihatin jiyîn û nûçeyên wendakirinê yên ku zêde dibin bi metirsiyî ne.

Ya dawî Rêveberê Bajarê Şirnexê yê DBP’ê Hûrşît Kulter ji dîroka 27’ê Gulanê 2016 û vir ve wendayî ye.

Bavê Kulter kurê min di vê dîrokê de li min geriyaye gotiye “ez a niha li malê me, derdora malê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêç kirin, hatine ku wî bibin, bila aqûbeta min bê lêkolîn kirin û heqên xwe helal bikin” û piştî vê tavilê têkilî hatiye birîn û got ku min ji vir û pê ve ji kurê xwe agahî negirtiye.

Wek tê zanîn peywirdarên ewlehiyê yên ku beşdarê van operasyonan dibin di hesabê mahreçlî twîtter “BOF@Tweet_Guneydogu”ê de hatiye nivîsîn ku Hûrşît Kulter ‘di bin çavan de ye.’

Parêzgeha Şirnexê, Dozgeriya Komara Şirnexê û Gerînendetiya Ewlehiya Bajarê Şirnexê binçavkirina Hurşît Kulter red dikinû derbarê aqûbeta wî de tu zanyarî nadin.

Diyarkirina aqûbeta Hûrşît Kulter, eger derbarê jiyana wî de talûkeyekê hebe ji bo berterefkirina wê girtina pêşîgirtinên pêdiviyîdewleta Komara Tirkiyeyê li hemberî hiqûka neteweyî û navneteweyî berpirsyar e.

Kesek ji aliyê peywirdarên ewlehiyê ve hatibe bin çav kirin, êdî ji wî/ê agahî nehatibe standin, eger paşê rewşeke hatibe wenda kirin hebe dewlet neçar e ku daxuyanike mantiqî ya ku vê rewşê çawa pêk hatiye bide.

Aqûbeta Hûrşît Kulter divê bi lez bê ravekirin!

Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Komeleya Xebatên hafizeya Edalet û Heqîqetê, Komeleya hemwelatiyên Hêlsînkiyê,Komeleya Mafên Mirovî, Komekeya Rojeva Mafên Mirovî, Weqfa Mafên Mîrovî ya Tirkiyeyê, Baroya Şirnexê, Baroya wanê

Bû 12 ROJ

#HÛRŞÎTKULTERLIKÛYE