Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
RAKIRINA DESTNEDAYÎNA PARLEMENTERAN, LI PÊŞIYA AŞTIYA WELAT ASTENG E!

21.04.2016

 

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

RAKIRINA DESTNEDAYÎNA PARLEMENTERAN, LI PÊŞIYA AŞTIYA WELAT ASTENG E!

 

Ev salek e welatê me ji her alî ve di pêvajoyeke pir zor û zehmet re derbas dibe. Pêşketinên li Rojhilata Navîn jî, ji ber pirsgirêkên ku bi salane bê çareserî manê, pirsgirêkên me zêdetir kûr dikin û çareseriyan wan zehmettir dike. Lêkdanên ku li herêma  me, bi taybetî jî li bajarê me pêk tên, operasyonên ku bi mehan e li kuçe û kolanan, li hemberî cih û warên gelê sivîl pêk tên, ji aliye Însanî, Aborî, Civakî, Dîrokî û Huqûqî ve bûye sedema birînên mezin ku telafiya wan gelek zehmet e.

Ji bo ku van pirsgirêkan bi awayekî demokratik û aştiyane bên çareserkirin: Dewlet, her kêliya ku bi Hukumetê, Muxalefetê, Parlementoyê, Saziyên sivîl, bi kurtasî, bi hemû sazî û dezgehan re nakeve nava hewldanên çareseriyê, dibe sedema wendayiyên mezin, zêdebûna mexdûran, qelsbûna hêviyên siberojê, binpêkirina mafê jiyanê û ji hev veqetînê.

Em wekî Saziyên Sivîl ên li Amedê; Operasyon, Şer û Pevçûnên ku di demen dawî de tên meşandin, Ji mirinan,  polîtîkayên ewlehiyê yên ku ji aliye hukumeta AKP’ê ve bi ısrar tên derxirtin û dikevin meriyetê û zêdebûna hilweşandina cih û warên  dîrokî gelek bi fikar in. Hem daxuyaniyên birêz Serokomar û Serokwezîr ên di derbarê destnedayîna parlementerên HDP’ê de û hem jî pêşnûmeya zagona di vî warî de hatiye amadekirin û ji bo ku bînin rojeva parlementoyê niha li parlementoyê dane rawestandin, fikarên me zêdetir dike.

Li welatê me, ji ber polîtîkayên ewlakariyê, rakirina destnedayîna parlementeran encamên çawa derketine, bi ceribandinên demên berê yên bi êş, baş hatiye dîtin. Di sala 1994’an de rakirina destnedayîna parlementerên DEP’ê û binçavkirin û girtina wan a li Meclisê, bibû sedema destpêka şer û pevçûnan, herikîna xwînê û ev pêngav wekî “Şerma Demokrasiyê” di dîrokê de cihê xwe girtibû, mekanîzmayên siyasete xitimandibû, tüne kiribû, maf û azadiyan bi paşve xistibû  û xesarên gelek mezin dabû jiyana demokratik a civakê.

Ligel ceribandinên evqas bi êş û derbasbûna ewqas demê, dîsa û dubare anîna rojevê ya rakirina destnedayîna parlementeran, li gorî nêrîna me şaşiyeke gelek mezin e. Rakirina destnedayîna parlementerên HDP’ê, dê temsîliyeta demokratik ji holê rabike, baweriya bi parlementoyê qels bike û bibe sedema tevlihevbûna pirsgirêka heyî û encamên neyînî yên ku telafiya wan gelek zehmete, derxîne holê.

Dê civak tu car van hewldanên ku encamên neyînî bi xwe re tîne û tevahiya civakê van êşan dikişine qebûl neke û ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber vê jî, divê demek berî ya din dev ji hewldanên bi vî rengî bê berdan, pêşnûmeya zagona heyî neyê rojeva parlementoyê û paşve bê kişandin. Heke paşve neyê kişandin û pêşkêşî dengdayîna parlementoyê bê kirin, divê hemû parlementer dengê xwe ji bo redkirina vê pêşnûmeyê bikar bînin.

Herwiha, em dixwazin van nêrînên xwe jî bînin ziman ku; Pirsgirêk ne bi şer û pevçûnan, ne bi teqandina rêyan a bi mayînan, ne bi çalakiyên xwekujî, ne bi tanq û topan rûxandina bajaran, ne bi hewldanên girtinên  girseyî, ne bi tengkirina qadên siyasî û demokratik û ne jî bi rakirina destnedayîna parlementeran ev pirsgirêk nayê çareserkirin.

Di hemû daxuyaniyên me yên demen borî de, di her fersendê de me destnîşan kir ku navnîşana çareseriyê meclis e, rêya çareseriyê jî siyaset û müzakere ye. Hemû rêyên li derveyî siyaseta azadîxwaz û demokratik, dê me ber bi rewşekê ve bibin ku em ê nikaribin ji nav derkevin.

Em wekî Saziyên Sivîl ên Amedê ku şanenavên me li jêr in; Bawer in ku çareserî bi siyaseta demokratik pêkan e. Nêrîna me ew e ku, hemû pirsgirêkên civakî dikarin di çarçoveya siyaseta demokratik de û bi dîyalogê bên çareserkirin.

Ji ber vê jî, daxwaza me ji hemû parlementeran ev e ku, zimanê derxistina aloziyan û xitimandina rêyên dîyalogê bikar neynin, ji bo ku pêşnûmeya di derbarê rakirina destnedayîna parlementeran a qanûnsaziyê paşve bê kişandin an jî di dengdayînê de dengê na(red) bikar bînin, ji bo ku pêvajoya çareseriyê ya hatibû qutkirin û navber hatibû dayîn, demek berî ya din bikeve meriyetê û müzakere ji nû ve dest pê bikin, daxwaza me  ji hemû aliyan ew e ku, ji her cûre lêkdan û çalakiyên çekdarî xwe dûr bidin.

Em wekî Saziyên Sivîl ji Raya Giştî re diyar dikin ku, ji bo pêvajoya diyalog û çareseriyê ji nû ve dest pê bike, ji destê me çi bê em ê texsîr nekin û peşkeşi aştiyê bikin.

 

BAROYA AMEDÊ

WEQFA MAFÊ MIROVAN A TIRKIYEYÊ

KOMELEYA MAFÊ MIROVAN

ODEYA TABÎBAN

ODEYA DERMANSAZAN

ODEYA BAZIRGANÎ Û PÎŞESAZIYÊ

DESOB

MAZLUM-DER

DİSİAD

DOGÜNSİFED