Me İro Bi Biranîna Serokê Baro Ya Amedê Şehit Tahir Elçi Kü Di 164. Hefteyê De Me Li Ber Dadgehê Pêk Ani

22.02.2019

Me İro Bi Biranîna Serokê Baro Ya Amedê Şehit Tahir Elçi Kü Di 164. Hefteyê De Me Li Ber Dadgehê Pêk Ani. Serokê Baro ya Amedê Cihan Aydın ev axavtin kir.

Kedkarên Hêja yên Çapemenîyê û Endamên Biqîmet yên Baroya Me

            Ligel ku di ser qetilkirina serokê baroya me Tahîr Elçî ra 1181 roj derbas bûne jî, faîllên wî hîna nehatine dîtin. Li gel ku şaîbeyên bihêz yên derbarê bûyerê da di destê me da hene. Me di 14ê Berfanbara 2018an da, daxwaznameya xwe da  Serdozgerê Cumhurîyetê yê Amedê ku derbarê şaîbeyan da kar di derbarê wan da were kirin,  lê derbarê faîlan da heta niha lêpirsîn nehatîye kirin. Hîna  ku dereng nebûye divê dozgerî di derbarê faîlan da dest bi lêpirsînê bike. Em di çalakîya xwe ya di  hefteya 164an da careka din bi dengê bilind dibêjin ku “ Failên Tahir Elçî bila bên dîtin” û ji bo Tahir Elçî edaletê dixwazin. Em careka din dibêjin heta ku failên Tahir Elçî neyên dîtin û di derbarê wan da kiryarek neyê kirin, em dest ji vî karî bernadin û em dê nehêlin ku ev dosya wergere dosyayeka faîlên nedîyar.

Bi xeml û rewş e

Şîrîn û xweş e

Bi xweş awaz e

Letîf û naz e

Zimanê kurdî

Îro ji bona Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em li vir civîyane. Ev roj ji alîyê Rêxistina Perwerde Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala 1999an da weku 21ê sibatê hat pejirandin. Ji sala 2000î û vir da ev roj yanî 21ê Sibatê  wekî ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê bi nêrîneka pir zimanî û  pir çandî tê pirozkirin.

Bikaranîna zimanê dayikê ji  bo hemû  gelên cîhanê mafekî herî bingehîn e. Ger zarokên cîhanê zimanê dayikê bi kar bînin, wê zêdetir serkeftî  û bextewar bibin. Ev serkeftin  û bextewarî  di alîyê zanistî , çandî, wêje û hwd da wê bidome. Zarokên kurd, di nava zarokên cîhanê da, ji wan zarokan in ku herî zêdetir ji zimanê dayika xwe dûr ketine. Zarokên kurd sêwîyên zimanê xwe ne.

Berê, navê zarokên me; bi Tırkî, Erebî  û Farisî bû. Zarokên me yên bi van zimanan hemûyan bi kurdî dizanibûn. Lê îro navê zarokên me bi Kürdî’ne mixabin bi zimanê Zikmakî-Kurdî- nizanin biaxivin. Ev tişt şerm e, ev tişt guneh e.

Bangewazîya me ji hemû civakê ra heye, ji kalan heta pîran, ji bava heta dayikan, ji malbat heta sazgeh, ji komelên kurdî heta tevî partîyên sîyasî û  dewletê ra heye,  ji  rêxistinên navneteweyî ra heye; bila zimanê dayikê ên hemû cihanê û bi taybet zimanên li Tirkîyeyê wenda nebin. Wendabûna zimanekî ji desthilatdara ra nabe serkeftinek li dijî wî zimanî. Wendabûna ziman, wendabûna  mirovahîyê ye. Werin nebin şirîkê mirina zimanê dayikê û nebin  şirîkê paşketina zimanê kurdî.

Wekî ku em hemû dizanin dewleta Tirkîyeyê Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, tenê ji bo zimanê dayikê bi şerhî mor kirîye. Bila dewlet vê şerha xwe li ser vê peymanê rake.

Bangewazîya me ji dewletê ra ev e ; werin qedexeya li ser hemû zimanên li Tirkîyeyê rakin!!! Hemû zimanên  dayikê bila bibe zimanê perwerdehîyê û çandî. Werin piştgirî û alîgirî bidin hemû xebatên li ser zimanê dayikê yên vî welatî. Werin piştgirî bidin sazgeh û dezgehên ku li ser zimanê çerkez, laz, suryanî û kurdî dixebitin. Ev piştgirî û alîgirî nabe sedema parçebûna welêt, wê bibe sedema mezin bûyîn, biratî û ji hev heskirina navbera temamî gelê Tirkîyeyê  û bibe mînak. Bila di sazgeh û dezgehên fermî da zimanê kurdî jî bê bikaranin. Bila pêşî li zimanê dayikê neyê girtin.

Bangewazîya me ji hemû dê û bavên zarokên kurd ev e; bi zarokên xwe ra bi kurdî biaxivin. Bila stranên gelêrî guhdar bikin. Zarokên xwe bi stranên Şakiro, Meyrem Xan, Karapetê Xaço û Eyşe Şan mezin bikin. Bi dengê dahola Şeroyê Biro û bi  bilûra Egîdê Cimo wan mezin bikin. Çîrok û serpêhatîyên kurdî ji zarokên xwe ra bibêjin bila zarokên me zimanê dayika xwe ji bîr nekin. Ji ber ku ziman hebûn e .Ger zimanê me tune be em jî dê tune bibin.

Bangewazîya me ji hemû sazîyan ra ev e; zimanê dayikê bikin zimanê jîyanê, di her kar û barê xwe  da  zimanê kurdî jî bi kar bînin.

Bangewazîya me ji hemû bazirganan ra ev e; di jîyana xwe ya rojane da zimanê kurdî bi kar bînin. Dayîn û standina xwe bi zimanê kurdî bikin.

Wekî ku hûn  dizanin di dema serokatîya  Şehit Tahir Elçi da Baroya Amedê bi alîkarîya Weqfa Mezopotamyayê dest bi xebata ferhenga hiqûqê ya  bi kurdî kiribû. Ev xebat di bin serokatîya Tahir Elçi û Rêvebirîya  Baroya Amedê ya wê demê hatibû destpêkirin. Em ji bo vê biryar û xebatê spasdarê Şehit Tahir Elçi û temamê kedkarên vê xebatê ne. Ev xebat hêj didome û bi ber qedandinê ve diçe.

Ev bangewazîya me wê bibe bingeh ji bûna pêşveçûna zimanê kurdî.

Dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov li ser zimanê xwe şîn(jîn) dibe.

Ji bo tevlêbûna we em spas dikin. Hûn ser çawan ra hatine.