Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir

07.06.2016

LI CIHÊ KU ZAROK DIJÎN TU ÊRÎŞEKÎ LI VAN DERAN NAYÊ KABÛLKIRIN!

Di mêjûya 13.01.2016’yan de li Navçeya Amedê ya Çinarê li nêzî lojmanên Gerînendetiya Ewlehiyê di encama teqendina seyareyeke bombe barkirî de, di navbera wan de zarokekî du salî û bavê vî zarokî ku polîsê peywirdar e bi giştî şeş hemwelatiyên me jiyane xwe ji dest dane û sih û neh hemwelatiyên me jî birîndar bûne.

Em wek Baroya Amedê, di serî de ji bo mafê jiyanê, aşîtî, biratî, bihevrebûna me ya civakî û di nav aşîtiyê de bi hev re daxwaz û hewesa di welatekî demokratîk de jiyankirin, em hemû cure êrîşên arasteyî vê şermezar dikin û me çendî car bi raya giştî re parve kir ku em li hemberî binpêkirinên mafên mirovî ne. Çalakî û pevçûnên bi çekî ji tu kesekî re tiştekî nade qezenckirin, dê nede qezenckirin û pêvajoya şerê dijwar ya çil salî bi me zêdetir daye tecrûbekirin ku  pevçûn û çalakiyên bi vî awayî di civaka me de dibe sedema birînên bê derman. Wek civak û gelên Tirkiyeyê em hemû pirsgirêkên xwe ji xeynî çareserkirina bi gotûbêj û danûstandinê tu şansekî kesê tune û divê her kes vê wisa bizanibe.

Ji bo vegerîna rêyeke çareseriyê ya bi aştiya demokratîk, tavilê pevçûnên li cihê cîwarbûnê û êrîş û çalakiyên bi vî awayî divê dawî li wan bê anîn. Tu binasiyek, êrîş û çalakiyên ku li cihên ciwarbûna sivîl ji mirina zarok û pitikan re dibe sebeb û yên ku li hemberî van tên kirin û li bajarên me ji ruxandinên giran re, ji mirina zarok û mirovên bê sûc re û operasyon û çalakiyên ku dibe sedema bi rojan mayîna cesedan ên li kuçeyan mafdar dernaxe.

Gavekî berya gavekê, em hêvî dikin ku dawî li pêvajoya qedexeyên derketina kuçeyan û pevçûnên bi çekî yên li bajarê me û yên li herêma me were, em daxwez dikin ku ji operasyon, sepan û çalakiyên ku wijdana gel aciz dikin û dibin sedema pevçûnên li cihên ciwarbûnên sivîl ji van kiryarên ku bandorê li  civak, aborî, perwerde û tendurîstiyê dikin bên dûr ketin.

Bi vê ve girêdayî, em di vê êrîşê de hemwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dahine re dueyan dikin, ji xizmên wan û ji civaka me re sersaxiyê, ji birîndarên me re jî başbûnê hêvî dikin.

 

Baroya Amedê