Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
Ji Çapemenî û Raya Giştî re

07.06.2016

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Di encama teqîna ku dîroka 30.05.2016’an de li Silopyayê pêk hat de zarok jî di nav wan de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dahibûn dîsa piraniya wan sivîl 19 kes birîndar bûbûn.

Em vê çalakiya ku arasteyî mafê jiyanê ye bi awayekî vekirî şermezar dikin û em dibêjin êdî bes e!


Li herêma me ya ku ji ber buyerên tundiyê ku bi salan berdewam kirin û bi taybetî di vê sala dawî de zêde bûn û ji ber mirinên sivîlan trawmayên civakî yên giran tên jiyandin em careke din destnîşan dikin ku em tu nêzikahiyên ku jiyana mirovan dikin heybera têkoşînê, malzemeya propagandayê û bê wate dikin rast nabînin.


Em pevçûnên ku heyîna mercên herî kêm ên jiyaneke bi rûmet jî tehdît dike, mirovan careke din dike ser rêya koçê, hemû nirxên mirovî, civakî û dîrokî hedef digre qebûl nakin û her kesî di bereka bendewariya vê civakê de vedixwînin nîşandahina rêzgirtina mafê jiyanê û azadiyên bingehîn ên mirovî.


Em wek baroyên herêmê ku li jêr şanenava wan heye, sekna xwe ya rêgezî ya di hêla nirxa mirovan de bibîr dixînin û careke din vê çalakiyê şermezar dikin û ji kesên ku jiyana xwe ji dest dahine re rema Xwedê dixwazin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin.

31.05.2016



BAROYA SEMSÛRÊ               BAROYA AGIRIYÊ         BAROYA ÊLIHÊ
 

 

BAROYA ÇEWLÎGÊ           BAROYA BEDLÎSÊ      BAROYA DERSIMÊ

 

 

BAROYA AMEDÊ            BAROYA COLEMERGÊ            BAROYA HERÊMÊ YA QERS-ERDEXANÊ

 

 

BAROYAMÊRDÎNÊ                   BAROYAMÛŞÊ      BAROYASÊRTÊ       

 

 

BAROYAŞIRNEXÊ                    BAROYA RIHAYÊ          BAROYA WANÊ