Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir

07.06.2016

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Roja 4’ê Çileyê ya 2016’yan, li navçeya Silopyayê ku qedexeya derketina kuçeyan didome; endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jina Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Nayir bi lêdana çekên agirî bi hovîtî hatine qetlkirin.

Ji hêla Baroya Me ve beriya vê gellek car wek ku ji çapemenî û raya giştî re hat ragihandin li qadên cihwarbûnên sivîl şer û operasyon nahên qebûl kirin û ev pirr vekirî hatiye derbirin. Van çalakiyan; azadî û mafên bingehîn ên takekesan, wek li gorî rê û rêbazên hiqûka gerdûnî binpê kiriye û di encama pevçûnan de bi ragihandina qedexeya derketina kuçeyan di serî de mafê jiyana kesan azadî û mafên bingehîn ên ku ji hêla Makeqanûna me û hiqûka navneteweyî ve hatiye parastin wek li dij hiqûqê ji holê hatiye rakirin û wek buyerek tê çavdêrîkirin.

Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) Sêve Demîr a ku bi hovîtî hat qetilkirin, endama Kongreya Jina Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopayyê Pakîze Nayir tevî neyîniyên ku li jor hatin diyarkirin beriya her tiştî û wek bi lez bi kirina lêpirsîneke hewceyî bi cezakirina wan a herî giran em ji rayedaran daxwaz dikin.

Em ji sîyasetmedarên jin ên ku bi hovîtî hatin qetilkirin re ji Xwedê dilovanî, ji hemû xizmên wan re sebrê dixwazin.

 

Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Amedê