Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir

07.06.2016

 EM ÊRÎŞA SÛLTANAHMEDÊ  BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN!!! 

Îro di saetên şefeqê de li taxa Sûltan Ahmedê ya ku ji herêmeke pîroz, dîrokî û turîstîkî ya welatê me ye êrîşeke kirêt ya ku ji teqemeniyekî peyda bûye pêk hatiye.

Di pêvajoyeke ku welatê me zêdetir pêdivî bi AŞTÎyê heye de, ev bombeya ku hatiye teqandin ji AŞTIYA welêt re, ji BIRATIYA wî re êrîşeke ku arasteyî yekîtiya civakî û bi hevrebûna me re hatiye kirin; Em vê êrîşa hov û nemerd bi tundî şermezar dikin û naletê lê tînin.

Bê guman civaka me bi hev re digel hev, di welatekî demokratîk û azad de, hewes û vîna DI NAV AŞTIYÊ DE jiyankirin, dê tu hêzeke tarî û êrîşên hovî yên bi vî rengî tune neke. Ev êrîşa kujer û komên hêzên tarî, gere daxwaza jiyana digel hev a bi aştî û biratiya gelan xurttir bike.

Wek Baroya Amedê Aştî, Biratî û li hemberî êrîşên bi vî rengî yên ku arasteyî yekîtiya me ya civakî tên pêkanîn wek sekna me ya her gavî, em diyar dikin ku  ji îro û pê ve jî helwesta me dê bidome, em ji mirovên xwe re ku di vê êrîşa hov û nemerd de jiyana xwe ji dest dan re ji Xwedê dilovanî, ji xizmên wan û ji civaka me re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfaya bi lez hêvî dikin.

.

                                                           Baroya Amedê