Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
Em Êrîşa Arasteyî Hempîşeyê Xwe Ku Pêkanîna Wî Ya Pîşeya Parêzeriyê Hatiye Astengkirin Û Dûçarê Tundiyê Hatiye Hiştin Şermezar Dikin.

25.07.2022

Baroya Amedê û endamên wê li gel her cure zext û bêhiqûqiyê jî dê bergirî û parastina azadî û mafên bingehîn bidomîne…


Di 2’yê Tîrmeha 2022’yan de li Qereqola Cûmhûriyetê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê endamê baroya me Prz. Ramazan DEMÎR tevî astengkirina fealiyeta xwe ya pîşeyî dûçarê êrîşa fîzîkî hatiye hiştin.

Li Tirkiyeyê pirsgirêkên parêzerên kesên ku dema maf û azadiyên bingehîn bi kar dianiyan ji ser dewlet/hikûmet û hêzên zebtî/darazê dûçarê zordestiyê mahine di dema derpêşkirina pîşeya xwe de rû bi rû dimînin kûrtir dibin.

Divê bê ku li azadiya pêkanîna pîşeya parêzeriyê cudakarî pêk were an jî bê ku mudaxileyên nelicih ku dikare ji hêla desthilatî an jî gelemperiyê pêk bê hebin rêzdarî were nîşandan û were parastin. Parêzer dema pîşeya xwe bi cih tînin bi gelek astengî, gef û zextên bi vî rengî re rû bi rû dimînin. Li hemberî van hemû bêhiqûqiyan, parêzer, îro di nava komên pîşeyî de herî zêde di bin xetereyê de ne.

Parêzer; di nav darazê de yan jî li derveyî wê li “mafên” muwekîlên xwe digere û diparêze. Di derbarê bikaranîna azadî û mafên bingehîn ên hemwelatiyan de, bi mudaxile û astengiyên nelicih û dijhiqûqî di bin xetereyê de mahina parêzerê/î xuya ye ku dê zirarê bide lêgerînên hiqûq û edaleta civakî.

Pîşeya parêzeriyê ku hîma herî bingehîn a prensîba xweseriya darazê ye ku jênegera dewleta hiqûqê ye, divê bi awayekî xweser, adil û azad bi cih were. Divê neyê ji bîr kirin ku parêzerên ku temînata parastina xweser in; temînata gihîştina edaletê, darizandina adil, maf û edaletê ya hemû welatiyan in. Êrîşa li parêzeran tê wateya êrîşkirina nirxên demokratîk. Baroya Amedê û endamên wê li hember her cure zext û bêhiqûqiyê dê bergirî û parastina azadî û mafên bingehîn bidomîne.

Li ser navê hempîşeyê me yê ku pêkanîna wî ya pîşeya parêzeriyê hatiye astengkirin û dûçarê tundiyê hatiye hiştin li Serdozgeriya Komarê ya Qoserê danebihîza sûc hatiye kirin û em daxwaz dikin ku pêvajoya darazê bi awayekî bi kartêker û demildest were biencamkirin..

Careke din em dixwazin bê zanîn ku wekî Baroya Amedê heta dawî li pêkanînên dijhiqûqî yên ku di dema sepana edlî û îdarî de li hemberî parêzerên ku temînata parastin û azadiya lêgerîna edaletê ne tên kirin neyên em dê di nava têkoşîn û hevgirtinê de bin.

Baroya Amedê

 

Ji bo gihîştina daxwaznameya serîlêdanê BITIKÎNIN