Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.
- Baromuz
- Merkezler & Komisyonlar
- Komisyonlar
- Merkezler
- Raporlar
- Duyurular
- Yayınlar
- Baro Bültenleri
- Diğer
- İletişim
07.06.2016
Veqetîna ji nav me ya Serokê Baroya me Tahîr Elçiyî di roja 42. de li pêşiya Seraya Dadgehê çalakiya bi bîr anînê a ku kirina wê her hefte tê plankirin îro saet di 12:00’î de bi beşdarbûna hempîşeyên me yên parêzer re hat kirin. Dema bîranînê di bin dengên giran ên tank û avêtina topan de hat pêkanîn. Alîkarê Serokê Baroyê Av. Ahmet Ozmenê ku di çalakiyê de daxuyaniyek da wiha got;
Hevalên hêja; Îro roja 42. ya qetlkirina Serokê Baroya Me yê birûmet e, mixabin hê jî li holê kiryar û destên tarî yên pîşt wê tu şopekî tuneye. Gotinekê serokê me yê birûmet hebû. Wî her tim digot ku “Eger polîsê Amedê bixwezin dikarin her bûyerê derxin holê” em jî dibêjin ku eger polîsê Amedê bixwazin dikarin kujerê Tahîr Elçiyî jî û hêzên tarî yên pişt wê bûyerê jî bibînin. Îro roja 42. e lê hê jî kiryar û gumanbarek li holê tune. Em îro ji vir dibêjin ku rayedar bila karê xwe bikin û wan vedixwînin dîtina kiryaran.
“Em îro çalakiya xwe wek ku hûn jî şahid in di bin dengên giran êntank û topan de dikin. demildest li navçeya kêlaka me ya Sûrê a niha dûmanên reş bilind dibin. Dengên ku ji Heleb, Fellûce û ji Rakkayê tên ji Sûrê tên. Li cihên ciwarbûnê, li cihên ciwarbûna sivîl ên ku pîr, zarok û malbat dijîn wisa bi nexemxurî avêtina topan ne rewşeke karîbûna vegotina bi hiqûqî, bi sincî û ne jî bi wijdanî ye. Bi temamî bû 42 roj e ku qedexeya derketina derve didome, her çiqasî du car bi rojekî navber hat dayîn jî bê navber didome. Ji avahiya dadgehê ya li Yenîşehîrê, çûn û hatina avahiya dadgehê ya ku ji Sûrê 600 metre dûr e mixabin em di bin guleyan de diçin û tên. Ji vir du hefte berê guleyên ku ji Sûrê hatin li buroya Hesabgirê me yê Baroyê Av. Welat ALAN, çend roj berê jî li ya Sekreterê me yê Giştî Abdûllah Çagerî ketine. Ji bo ev sepandina qedexeya derketina kuçeyan bi lez bê dawîkirin û ji bo jiyana li Sûrê bê asayîkirin em ji vir ji rayedaran re bi aşkerahî bangewazî dikin. Jê cihê Îro Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewropayê di berfirehiya serîlêdana ku li hemberî qedexeyên derketina kuçeyan hatiye kirin ji bo Tirkiye parastin bike em di roja dawî ya dema ku hatiye dayîn de ne. Bendewariya me, Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewropayê bi lez dawî li vê sepandina bê hiqûqî bîne.”
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe protestoya bi çepikî hat kirin û dawî li çalakiyê hat kirin.