Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
Daxuyanîya Me ya Çapemenîyê ya Di Der Barê Qedexe Bûna Desteya Me ya Giştî ya Asayî ya 47an a Baroya me da…

20.10.2020

Ji ber qedexe bûna civîna Desteya me ya giştî ya 47an Asayî me plan dikir ku em di 10-11ê Cotmeha 2020an li Navenda Kongreyê ya Şaredarîya Diyarbekirê bikin, serokê baroya me Prz. Cihan AYDIN daxuyanî da çapemenîyê. Piştî daxuyanîyê em çûn Avahîya Xizmetê ya Pêvekî ya Baroyê û me bi endamên xwe ra şêwir mişêwir danî.

Daxuyanîya serokê baroya me Prz. Cihan AYDINî ya di der barê qedexê bûna Desteya me ya Giştî wiha bû:

JI BO GEL Û ÇAPEMENÎYÊ

Ji xeynî sazîyên dewletê, neheqî û nehuqûqîyên dadgeh û dadgêrên desteyên hilbijartinê ji wan çêdibin, darêzgerî jî di nav da ye bûne perçeyekî jiyana me ya rojane. Pandemî li pirê welatan di mijara demokratîk bûnê da bû egera îlhamê, lê komek dewletên ku Tirkiye jî di nav da ye ji bo bêhtir otorîter bibin pandemîyê ji xwe ra dikin hincet. Dewlet cihê ku dê ji ber pandemîyê di warên wek aborî, civakî, hiqûqî û perwerdehî yên hemû warên jîyanê da bi esas girtina mirov û welatîyan geşe bi polîtîkayan bide, ji heq û azadîya bingehîn a di van waran da he ye jî ji holê radike. Cihê ku dê rê li ber belav bûna nexweşîyê bigirin, berpirsiyarîyê dixin stûyê welatîyan. Bi hinceta berjewendîyên neteweyî zanyarîyên rast ên têkilîdarê vîrûsî ji gel vedişêrin. Ji ber ku TTB’ê rexne li vê helwesta gef e ji mafê jînê ya welatîyan ra kir, gefên girtinê lê hatin xwarin. Li hember van gefan em helbet bi TTB’ê ra ne. Em çawa berê bûbin piştevan em ê ji niha û pê da jî bibin. Hedefa demên dawîn a vê otorîter bûnê Baro ne. Parêzer û baro hêmanên avakir ên darêzgêrîyê ne, bêyî wan darêzgêriyeka bi demokrasi ne mimkûn e. Lê pêşî bi temamî bi hincetên siyasî yasaya baroyan a pirî derxistin xwestin ku baroyan perçe û bi tesîr bikin. Lê hesabê malê û çarşîyê li hev û din nehat. Çimkî parêzer û baroyan ne kirina xizmetê ji bo berjewendîyên polîtîk ên hinekan lê aîd bûna demokrasi, huqûq û heqîyê tercîh kir. Deshilatdarîyê encama ku dixwest ji yasayê baroyan bi dest nexist. Îcar bi mana rojekê ji hilbijartinan ra bi hinceta pandemîyê hilbijartinên baroyan qedexe kirin. Partîyên siyasî, sendîka, kooperatif serbest in di kirina desteyên xwe yên giştî da. Lê kirina vê yekê ji baroyan ra qedexe ye.

Lewra em parêzer û baro:

li dijî xerabîyê başîyê,

li dijî otorîter bûnê demokrasîyê,

li dijî birçîbûn û xizanîyê heqîyê

li dijî darêzgêrîya ne bi serê xwe ya bûye wek darê desthilatdarîyê darêzgêrîya bi serê xwe û bêalî

li dijî kuştina jinan hewl tê dayîn ku bibe perçeyekî asayî yê jiyana me azadî û ewlehîyê

li dijî şer aştîyê

li dijî polîtîkayên qeyûmê yên êdî asayî bûne em îradeya gel diparêzin, me ji xwe ra dikin hedef. Çimkî ji rastîyê ditirsin.

 

Lê bila her kes bi vê bizane ku; parêzeran di tarîxê de kole bi kar neanîne. Lê tu car efendîyekî wan jî nîn bûye.

Ji ber divêtîya erk û mîrateya Baroya Diyarbekirê, bi hêz û desteka ku ji endamên xwe parêzeran digire ji heq gelek pirsgirêkan hatiye der û dê di vê demajoya reş û tarî û kaotik da jî bi heman biryardarîyê li têkoşîna xwe ya huqûq û mafê mirovan dewam bike. Di vê dema ku kar û baroyên me rû bi rûyê gefan in, rêgezên huqûq û dewletên hatine hilanîn ji navê, ji her demê bêhtir me pêdivî bi piştevanîya bêhtir he ye.