Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir

07.06.2016

                                                 JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Welatê me dîsa ji pêvajoyeke pirr dijwar derbas dibe. Li herêma me pevçûnên ku li bajar û kuçeyan belav dibin: Hilweşandina mirovî, aboriyî, civakî, dîrokî û hiqûqî her roja ku diçe mezintir dike. Her gava ku hewldana derbarê çareseriyê de nahê kirin birînê bê derman dike. mexdûriyê û binpêkirinên mafî zêde dike, derbarê pêşerojê de hêvî kêmtir û vîna bihevre jiyanbûnê lawaz dike.

Em wek rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê; em ji ber vê hilweşandina ku her diçe zêde dibe bifikar in. Di rojên dawî de daxuyaniyên berpêbûna rakirina destnedayînên parlementerên HDP’ê û belavbûna çalakiyan vê fikara me zêdetir mezin dike.

Tirkiye, ji bo rakirina destnedayînan encamên çawa hilberandiye di paşerojê de bi şêweyeke pirr bi êş tecrûbe kiriye. Di 1994’an de rakirina destnedayînên parlementerên DEP’ê û di Meclîsê de binçavkirin û girtina wan, li Tirkiyeyê pêvajoyekê pirr bi xwîn dahibû destpêkirin. Ev gava ku wek “şerma demokrasiyê” kete dîrokê; sazgêrên sîyasiyê qedandiye, xêza maf û azadiyê bi paş ve zivirandiye û xisarên gelek mezin dabihye jiyana demokratîk.

Piştî ewqas derbasbûna demê û mesafeyan dubare rakirina destnedahiyan a ku ketiye rojevê xetayeke pirr giran e. Rakirina destnedahiyên parlementerên HDP’ê; dê têkiliya temsîla demokratîk ji holê rake, baweriya ku bi siyasetê heye lawaz bike, pirsgirêka heyî tevlîhevtir bike û di dawiyê de dê encamên neyînî yên ku telafiya wan ne pêkan e derkevin holê.

Peyaneke wisa ya ku sermiyanê wê dê hemû civak bide nahê pejirandin. Bi vê rûmetê divê bi lez dev ji vê bê berdan. Pirsgirêk ne bi kolandina xendek û bi danîna barîkat çareser dibe, ne jî bi danîna qedexeyên derketina kuçeyan û pêkanîna operasyonan û bi berpêbûna amûrên ku qada demokratîk teng dike çareser dibe.

Navnîşana çareseriyê Meclîs e. Rêya çareserkirinê jî sîyaset û gotûbêj e. Ji derveyî sîyasetê her rê dê me ber bi bêçareseriyê ve bibe û dê me ber bi karekî ku em êdî nema dikarin ji nav derkevin ve bibe.

Em wek sazgehên civaka sivîl ên li Amedê; bi sîyaseta demokratîk bawer dikin. Em difikirin ku Hemû meseleyên civakî tenê  di nav sîyaseta demokratîk de û bi gotûbêjê dikarin çareser bibin. Ji ber vê jî saziyên sîyasetê, zimanek û awayeke ku dê di kanalên gotûbêjî de vezilînî bilind bike dûr bikevin û pêvajoya çareseriyê ya ku hatiye birîn em bang dikin ku bilez vê cardin têxin jiyanê. A niha ku em negihîştine xaleke jêneveger bi dawî kirina pevçûnan û em daxwaz dikin ku gotûbêj ji nû ve dest pê bike.

Ji bo pêvajoyeke nû ya gotûbêjî dest pê bike çi piştgirî û alîkariya ku ji destê me bê em dê bidin û bi taybetî em dixwezin vê destnîşan bikin.

Ji raya giştî re bi hurmetî tê ragihandin.

Baroya Amedê, Weqfa Mafên Mirovî ya Tirkiyeyê, YOEMT, Odeya dermanxaneyan, Odeya Bijîşkên Diranan, Yekîtiya Odeya Hunerkar û Esnafên Amedê YOHEA(DESOB), DORSA, Mazlûm, Odeya Senayî û Bazirganiyê, DÎSÎAD, DOGUNSÎFED, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KSKG), Odeya Bijîşkan, Komela Mafên Mirovan (KMM),