Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir

07.06.2016

Baroya Me Doza Betaliya Rêziknameya Sepandina Qanûna Dadî Ya Saziya Tibê Vekir..

 

            Baroya me guhertina Rêziknameya Sepandina Qanûna Tibî ya Dadî Doza Belalkirinê..

Di benda 76. ya Qanûna parêzeriyê de  “...Parastina serdestiya Hiqûkî û mafên mirovî”  di nav karên esasî yên baroyan de tê hesibandin, dîsa di heman benda qanûna  95/21. de “parastina, starkirina serdestiya hiqûkî û mafê mirovî û ji van têgihan re qezenckirina xebatbariyê” di nav peywira lijneyên rêveberiya baroyê de hatine daraz kirin.

Di mêjûya 7’ê çileya 2016’yan de  di Rêziknameya Sepandina Qanûna Saziya Tibê ya Wezareta Dadmendiyê de Derbarê Kirina Guherî ya bi verastkirina Rêziknameyê re ji xizmên kuştî re verastkirineke ku binpêkirina mafê cidî derdixe holê hatiye kirin.

Beriya guhertina ku hatiye kirin, otopsiya cesedên ku hatiye kirin û aidê bêkesan e û ya ku bi Qanûna Tiba Dadî ve girêdayî ye ji bo pêkanîna kirariyên binaxkirina van, verastkirina ku divê radestî şaredariyan bên kirin, bi guhertina ku hat kirin; ji nû ve hatiye verastkirin ku ligel şaredariyan dikare ji fermandarên rêveberiya mulkiyeyê re jî bên radestkirin. Jê cihê “tevî ku nasnameya wî/ê hatiye diyarkirin ji hêla malbat an jî xizmên wî/ê ve di navbera sê rojan de cesedên ku nehatine radestkirin jî ji bo binaxkirina wan dê ji şaredariyan re an jî ji fermandarên rêveberiya mulkiyeyê re bên radestkirin” hevoka bi vî awayî li metna bendê hetiye zêdekirin. Bi gotineke din; tevî ku nasnameya wî/ê hatiye diyarkirin cesedên ku di navbera sê rojan de ji hêla xizmên wan ve nehatine girtin jî dê wek cesedên bê kes bên binaxkirin, di vî derbarî de verastkirinek hatiye kirin.

Di Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovî de (PEMM) derbarê binaxkirina cesedan de tevî ku verastkirinek heye, Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewropayê (DMME) di gellek biryarên xwe de mafê ji bo serlêder bikaribin xizmên xwe binax bikin û bikaribin di merasîma wan de amede bin di berfirehiya benda 8. de mafê hurmeta jiyana malbatî û ya jiyana taybet a PEMM’yê nirxandiye û biryara binpêkirinê daye.

PEMM, ji Makeqanûn û şaredariyan re di mijara binaxkirinê de hay ji hebûna zagonên ku mecbûrîtî û rayeyê tînin guhertina rêziknameyî ya ku tê behs kirin pirr vekirî xuyaye ku li dij hiqûqê ye. Qedexeyên derketina kuçeyan ên ku hê jî didomin gava vê bidin ber çavan, bi vê verastkirinê re wek rewşeke nahê pejirandin binaxkirina cesedên bê merasîm dê derkeve holê.

Ji ber vê wek têkildarê bi rêziknameya ku tê behs kirin ji hêla Baroya me ve li nik şûrayê dewletê doza betalkirinê ya sekinandina birêvebirinê hatiye vekirin.


Wezareta Edaletê Saziya Tiba Dadî Di Rêziknameya Sepandina Qanûnî de Derbarê Kirina Guhertinê de Betalkirina darazên Rêziknameyî û Ji Bo Daxistina Daxwaznameya Me Ya Sekinandina Birêvebirinê Bitikînin.