Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
Baro Başkanımız Tahir ELÇİ'nin Katledilişinin 198. Haftası Anma Etkinliği Diyarbakır Adliyesi Önünde Gerçekleştirildi...

18.10.2019

Değerli basın mensupları, sevgili meslektaşlarım;

Baro Başkanımız Tahir ELÇİ’nin katledilişinin 198. haftası anma etkinliği bugün de meslektaşlarımızın katılımıyla yapıldı. Etkinlikte konuşan Baro Başkanımız Av. Cihan AYDIN şunları söyledi;

198. Tahir ELÇİ için Adalet Buluşmamıza hoş geldiniz. Hepinizi saygıyla selamlıyorum. Bugün aramızda Adana ve Mersin Barosundan meslektaşlarımız var. Kendilerine desteklerinden dolayı teşekkür ediyorum. 198 haftadır süren adalet arayışımız maalesef devam ediyor ancak soruşturmada bugüne kadar size tekrarladığım gibi bir gelişme yok. Maalesef yine bir gelişme yok. Bunu üzüntü ve öfkeyle karşılıyoruz. Bu denli göz önünde işlenen bir cinayetin faillerinin neredeyse dört yıla yakın bir süredir belirlenememesi bir hayal kırıklığı, Türkiye yargısı için bir ayıp. Ne yazık ki bu ayıp devam edecek gibi görünüyor ama bizi de adalet arayışımız devam edecek. Soruşturma dosyasına ilişkin söyleyeceklerim maalesef şu an bunlardır.

Son bir haftadır ülke gündeminde çok yoğun olaylar, trajediler yaşandı hem sınırın öte tarafında hem bu tarafında çok sayıda sivil ve asker yaşamını yitirdi. Dün itibariyle silahların susmuş olması bizim için son derece sevindirici bir durum. Çünkü bizim düsturumuz şudur. “En kötü barış en iyi savaştan iyidir” dolayısıyla dün itibariyle bu meselenin umarım geçici değildir; sonlanmış olması bizim için son derece sevindiricidir. Çünkü bizim için temel mesele yaşam hakkıdır. Yaşam hakkının ihlal edildiği her türlü girişime karşı olduğumuzu defalarca belirtmiştik. Bu ortam Türkiye’nin Batı illerinde de etki yarattı. Adapazarı’nda genç bir insan Kürtçe konuştuğu için ırkçı bir saldırı sonucu ne yazık ki yaşamını yitirdi. O soruşturmaya ilişkin ne olup bittiğine ilişkin basına da bir bilgi verilmedi. Bir kişinin tutuklandığı söyleniyor ama buna ilişkin de endişelerimiz var. Yine geçtiğimiz gün Çanakkale’de 74 yaşında bir vatandaş hastaneye tedaviye gittiği sırada eşiyle Kürtçe konuştuğu için yine bir ırkçı saldırının kurbanı oldu, yaralandı. Bu tür saldırılar maalesef bir arada yaşama kültürümüzü tehdit ediyor. Dolayısıyla biz bu meselenin bir an önce sonlanmasını, yargının daha etkin bir soruşturma yürütmesini, faillere yönelik herhangi bir tolerans tanınmaması konusunda dilek ve temennimizi paylaşmak istiyoruz. Bu iki konu hakkında Kürtçe Dil Komisyonumuzdan arkadaşlarımız tarafından bir açıklama yapılacak.

 

Av. Eyyüp AYDENİZ

                                      

Jİ ÇAPEMENİ Û RAYA GİŞTÎ RE

                                                                                                         

Berî her tiştî em wek şagirt û şopîngerê rîya wîya heqîqetê,  mamosteyê xwe serokê Baroya Amedê Şehîd Tahîr ELÇÎ bi rêzdarî bi bîr tinin. Bila kujerên wî zanibun kû, ne kû 198 hefte heta serê dinê dadmendekî kurd hebe dê wî bi rêzdarî bîr bîne û rêça wî de dê bimeşe. Nemir TAHîR ELÇî  jibo tevahîyê kurdên dadnas re rûmeteki mezin bû. Hêvî dikim ev rûmeta kû bi mal û statuyê dinê nayê stendin wi ji me re hêşt, em jî karibin ji nebîyê xwe re bihêlin.

 

Endamên çapemenîyê ê hêja, wekî hun jî dizanin li  Adapazarê ciwanekî kurd  ji alî  nîjadperestan hate qetilkirin. Dîsa pazdê cotmehê de li bajerê Çanakkalê kalê heftê û çar salî bi navê EKREM YAŞLİ li nexweşxanê, ji ber kû bi hevsera xwe re bi kurdî diaxife rastî heman êrîşî hat û birîndar bû. Em ser navê baroya amedê bi malbata ŞÎRÎN TOSUN re ketin têkilîye û me xvest kû derheqê vê êrîşa qirêj de we jî agahdar bikin.

ŞÎRÎN TOSUN bi tevî bîst kedkarî ji bo xebatê, ji bajarê Amedê navçeya Pîranê wekî salên borî  çûne Adpazarê ji bona komkirina findiqan. Di nav bîst kesan de ji bilî ciwanan; jin, kal û zarok jî hebûne. Ew bîst kes di nava gellek zor û zehmetîya de bi pereyekî bê qîmet be jî, ji bo kû debara xwe bikin xebitîne. Ev kedkarê kû çûne ji bona debara xwe bikin her çiqas nexwestine vala bimînin jî, rojên kû şilî hebûye nikaribûne bixebitin û yevmîyeyê van jî nehatîye dayîn. Roja bîst û yekê gelewêja îsalin de dîsa baran barîye û ji ber vê yekê xebatkar betal mane. Ji ber kû ew roj kar tunebûye du ciwan, Mahsun ZERE û Şîrîn TOSUN,  derketine sûka bajêr a Adapazarê. Piştî gera sûka bajêr ji bo vegera cîhê kar dikevin rê. Dema kû êvarê vegerîyan wargeha xwe, li rawestgeha otobosa kû peya dibin, otobusa Amedê dibînin û destê xwe ji wê otobosê ra dihejînin û kêfxweşîya xwe ji wan re nîşan didin. Wê çaxê 5 kesên faşîst wan dibînin û êrîşî ser wan dikin. Di vê êrîşa kambax de sed heyf û mixabin ciwanê bi navê ŞÎRÎN TOSUN bi demençeyê di serê xwe de bi giranî birîndar dibe û piştî 50 rojên zor û zehmet roja yanzdehê cotmeha îsalîn de jiyan a xwe ji dest dide. Dema ku ev herdû ciwanên kurd rastî vê êrîşê tên, hemû kedkar ji wê derê radibin û bê çare berê xwe didin welatên xwe. Ne pereyê wan kedkara tê dayîn û nejî kes xwedî li wan derdikeve. Em ji livir malbata wî re sersaxîye dixwazin û em dibêjin emê li pey şopa heqiqetê bin.

Ev du êrîşên nîjadperest jî, her çıqas ji alî kesên faşist ve pêk bê jî, em karin bêjin rayedarên devletê jî buyerên wusa de qasê van êrîşkeran berpirsîyare. Ji ber kû ev êrîşkarên faşist vê hêzê, ji siyasetmedar û rayedarên devletê digrin. Ew siyasetmedar û rayedarên dewletê bila dev ji gotina kû gela dikin dijminê hev terkeser bikin.  Ew siyasetmedar û rayedarên dewletê kû desthiatdariya xwe bi xwin rijandinê û bi dijminatîya mirovahîye ser pîyan dihêlin bila terk bikin. Bila  di pişt derîyan de  rê nedin van kujeran û zîhnîyeta xwe ya faşist bi xwîna mezlûma xweyi nekin.

Lê em wek  endamê Baroya Amedê, emê her tim li pey şopa heqîqetê, doza dad û azadiyê biparêzên.. Sed sale nijadperesta bi polîtîqayên bişaftinê, bi qedexekirina axaftin û xwendinê, xwestin kû kurda û zimanê wan tune bikin. Ev jî têra wan nekir, rabûn serê siyasetmedar û dadmendê kurdan hunda kirin. Lê îro jî van êrîşên bi vî rengî nîşan didin kû hê jî ev zîhnîyeta tunekirinê ser piyane û hê jî didome. Hê jî ev zîhnîyet, ji xwe wêdatir kesê qebûl nake, bi rêzdarî nikare nêzikî tu zimanî û qewmekî be. Bihesibînin dikarê kesekî jibo kû kurdî diaxife bikuje, karê serê kalekî biperçiqîne û ji vê tiştî şevq bigre.

Em wek endamên Baroya Amedê bang li rayedarên dewletê dikin; keremkin mêzekin vê civakê we hanî vê revşê. Êdî hun dikarın pesnê xwe bi van êrîşkarên kû di sedsala 21. De dikare keseki jibo kurdi diaxife bikuje bidin.Êdî roj tuneye ku kurdekî di bajarên rojavayê Turkîyê û anatoliya navîn de jiber kû kurdî diaxife lêdan nexwe anjî neyê kuştinê. Em jî li vir bang li hemû sazî û rêxistinên hiquqnasan dikin; hewceye kû em bi hevre li hember van êrîşên kû ser hebûna kurda û zimanê kurda pêk tê sekneki xurt nîşandin. Em parêzerên  kurd dîsa dibêjin; zordestî û neheqî li kî be ferk nake, emê li hemberî wê bêedeletîyê di şopa heqiqetêda doza wekhevî û azadîyê biparêzên.

Lijneya Zimanê Kurdî  Ya Baroya Amedê