Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
AXAVTINA VEKIRINA QONFERANSA HUQUQNASA

28.09.2013

 

 

                                                                                                            28 İlon 2013/Diyarbekır.

 

Mêhvanên hêja,

Hîqûqnas û hevpîşeyên bî rûmet,

Roj baş, hûn bî xêr hatîn.

 

Îro rojeke girîng û dîrokî ye.  Cara yekemin e ku bi sedan hiqûqnasên kurdûhiqûqnasên dostên Kurdan li ser mafên gelê Kurd,li ser heq û hiqûqê Kurdan li hev dicivin. Dîsa cara yekemin e ku wê nûner û hiqûqnasên civatên din ên li Kurdistanê dijîn ên wek Suryanî, Ermenî, Ereb û hwd. bi hevpîşeyên xwe ên Kurd re bicivin û pirsgirêkên xwe ên hiqûqî wê bînin ziman.

 

Her çiqas ev konferans ne ji aliyê Baroya Amedê ve hatibe li darxistin jî, Baroya Amedê, wek rêxistina herî mezin a hiqûqnasan li herêmê, xwe malxwê û mazûvan dibîne ji bo vê konferansê. Em gelek keyfxeş û bextewarin bi ditîna we û bi vê civînê. Hûn mêhvanên Baroya Amedê ne. Li ser nave Baroya Amedê û li ser navê hemû hiqûqnasên Amedî, cardî dibêjim hûn bi xêr hatin û li ser seran û li ser çavan hatin…

 

Gelek sipas ji bo hevalên ku ev Konferans amade kirine.


 

Konferans, di pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî de pêk tê. Tekoşîna Gelê Kurd, tekoşîna gelê Kurd a demoqratîk, tekoşîna Gelê Kurd a heqûhiqûqê ger li tevahiya Kurdistanêûger jî li Bakurê Kurdistanê hatîye merhaleyeke muhîm.

 

Ji aliyekî ve pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurdan berdewam dike. Cara yekemin e ku bi awayekî fermî û eşkere rayedarên devlete û rêxistina Kurd bi hevre ketine diyalog û axaftinê.  Bi rastî em hiqûqnasên Kurd saziyên hevpîşeyî yên hiqûqê destekê didin vê pêvajoyê û em hêvî dikin ev pêvajo bi serkeve û aştiyeke bi rûmet çêbibe. Ji aliyê din ve xebata li ser Qanûna Bingehîn a nuh û sîvîl û pakêta bi navê “qanuna demoqratîkbunê” tê zanîn ku berdewam dike. Em hiqûqnasên gelê Kurd dixwazin ku neheqiyên dîrokî di vê pêvajoyê de bi dawî bibin. Mafên gelê Kurd û gelên din ên demoqratîk bi taybetî mafê zimanê zikmakî di warê perwerdeyê de  girîng e di çerçova Qanuna Bingehîn de bê rast kirin û bikeve bin garantîyê. Ne mimkun e Gelê Kurd dev ji vî mafê xwe yê însanî, hiqûqî, bingehîn û siruştî berde.

 

Daxwaza hiqûqnasên Kurd jî; ji îro pêde li ser bingehê wekhevî, bi lihevkirineke ku mayînde û nû û li gora lazimiyên civateke demoqratîk, Qanûneke Bingehîn bê amadekirin.

 

Ji sedsalî zêdetir e ku heyîna Gelê Kurd, ziman û çanda Gelê Kurd hatiye înkar kirin. Heq û hiqûqê wan hatîye binpêkirin. Îro li her aliyê Kurdistanê, tekoşîna Gelê Kurd gav bi gav pêşde diçe. Gelê Kurd mafên xwe ên însanî, gerdunî û hiqûqî werdigre.

 

Ji alîyê din ve, em Kurdên Bakur gelek keyfxweş û serbilind in bi rewşa Kurdistana Başûr, bi taybetî pêşveçûnên li Rojava û azadbûna Kurdistana Rojava.

 

Miletê ku bi nave “Kurd ên bê parêzer /ebuqat” dihatin zanîn, îro xweyî parêzer in.

 

Bi sedan parêzerên Kurd û ên gelên din îro li vê salonê li ser hêq û hiqûqê Kurdan civiyane. Bila herkes zanibe ku; êdî gelê me ne “Kurdên bê parêzer in,  Kurdên  xweyî parêzer in.”

 

Axavtina vekirina vê civînê, rûmeteke gelekî mezin e ji bo min.

 


Di tekoşîna gelan a demoqratîk de berpirsyariya hiqûqnasan gelekî girîng û mezîn e. Di dîrokê de, her daîm hiqûqnas li dijî zilm û zorê derketine, di tekoşîna heq û hiqûqê de li kêleka gel cih girtine. Bi taybetî eger gelê hiqûqnas bi xwe di bin zorê de be ev berpirsyarî hêjî girîngtir dibe. Bê guman cihê me hiqûqnasan kêleka gelê me ê mezlume.

 

Mixabin gelek heval û hevpîşeyên me îro bi  neheqî tên darizandin û bi salan e di zîndanan de ne. Di dozên ku bi navê “Dozên KCK” tên zanîn de, mafên mirovan ên esasî  bi tevayî tê îhlalkirin. Ji bona van lê pirsin û darizandinan; êdî mafê axavtinê,mafê rêxisitin û xwepêşandanê û bi taybetî mafê muhakemekirina adil nemaye.

 

Ji alîyê din ve, bi hezaran sûcên giran ên dijî mirovatiye hatine kirin, wek înfazên ne hiqûqî, windakirina girtiyan, îşkence û hrwd. Bê muhakeme mane û failên van sûcên giran bê ceza mane. Îro salvegera qetilkirina keça Kurd a biçûk Ceylan Önkol e. Mixabin failên Önkol jî heya niha derneketin pêşîya edaletê.

 

Ez hêvîdar im û bawer dikim ev Konferans wê bibe munasebeta pêşdeçuna mafên gelê Kurd ên demoqratîk û yekîtîya parêzeran.

 

Rîya me rêyeke pîroz e; rêya aştî,azadî û demoqrasiyê ye.

 

Hêvîya Konferanseke serketî dikim û ji we re serkevtinê dixwazim.

 

Sipas û roja we bi xêr be.

 

                   Tahir Elçi /Parézer

                         Seroké Baroya Diyarbekır.