Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
15Ê GULANÊ ROJA CEJNA ZIMANE KURDÎ

15.05.2019

15Ê GULANÊ
ROJA CEJNA ZIMANE KURDÎ
LI GELLÊ KURD PÎROZ BE
Mîr Celadet Bedirxan di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn yên Kovara Hawar da wiha got:
Hawar dengê zanînê ye.

Zanîn xwe nasîn e.

Xwenasîn ji me rêya felat xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê dê bide nas kirin.

lewma ku ziman şertê heyina pêşîne.

Kovara Hawar di 15’ê gulana 1932’an de derket û heta 15’ê gelawêja 1943’an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya Kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943’an weşana xwe berdewan kir.
15 e GULANE roja weşana kovara HAWAR’é WEK CEJNA ZIMANE KURDÎ TÊ PÎROZKIRIN
Roja Zimanê Zikmakiyê Cihanê roja 21 e Sıbatê me li ser zıman bang dabû. Em wê bangewazîya xwe jı bo 15 e Gulane jî dûbare dikin :
Bikaranîna zimanê dayikê ji bûna hemû gelê cîhanê mafekî herî bingehîn e. Ger zarokên cîhanê zimanê dayikê bikarbînin, wê zêdetir serkeftî û bextewar bibin. Ev serkeftin û bextewarî di aliyê zanistî , çandî,wêje û hwd wê bidom e . Zarokên Kurd, di nava zarokên cîhanê de, ku herî zêdetir ji zimanê dayika xwe dûr ketine de cihê xwe digrin. Zarokên Kurd sêwîyên zimanê xwe ne.
Wekî ku em hemû dizanin dewleta Tirkiye’yê Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbuyî , tenê ji bûna zimanê dayikê bi şerhî mor kirîye. Bila Dewlet vê şerha xwe li ser vê peymanê rake.
Bangewazîya me ji dewletê ra ev e ; werin qedexe ya li ser hemû zimanê li Tirkiyeyê rakin. Hemû zimanên dayikê bila bibe zimanê perwerdehiyê û çandê. Werin piştgirî û alîgirî bidin hemu xebatên liser zimanê dayikê yê vî welatî. Werin piştgirî bidin sazî û dezgehên ku li ser zimanê Çerkez, Laz, Suryanî û Kurdî dixebitin. Ev piştgirî û alîgirî nabe sedema parçebûna welêt, wê bibe sedema mezin bûyîn, biratî û ji hev heskirina navbera temamî gelê Tirkiyeyê û bibe mînak. Bila di sazî û dezgehên fermî de zimanê Kurdi jî bê bikaranin. Bila pêşî li zimanê dayikê neyê girtin.
Dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov li ser zimanê xwe şîn(jîn) dibe.
SEROKATÎYA BAROYA AMEDÊ