Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir

07.06.2016

Em Di Roja 48. A Qetilkirina Serokê Baroya Xwe De Serokê Xwe Bi Hurmet Bi Bîr Tînin

 

“Kedkarên çapemenî yên hêja, hûn tev bi xêr hatin.

Îro roja 48. a qetilkirina Serokê Baroya me yê rêzdar Tahîr Elçiyî ye. Wekî ku me beriya niha jî ji raya giştî re ragihandibû heta ku kujerên serokê me werin dîtin em dê li vê derê bi daîmî çalakiyên xwe berdewam bikin. Îro di roja 48’emîn a qetilkirina serokê me de em dîsa ji bo daxwaza dadê li vê derê ne. Digel ku ewqas dem di navberê de derbas bûye jî hêna kiryar an gumanbar nehatine girtin. Çawa ku beriya niha jî me anîbû ziman em difikirin ku lêpirsîn bi bandor û çalak nehatiye meşandin. Heta li gor me di rojên dawî de lêpirsîn di nav direngîxistinê de tê hiştin. Lêpirsîn giran û kulek tê meşandin û dahina sekinandinê ya kirariya lêpirsînê tê xwestin. Dîsa wekî hûn dizanin ji 20'ê tîrmehê heta niha li Farqîn, Cizîr, Silopya, Sûr û gelek cihên din, hûn ji hebûna qedexeyên derketina kuçeyan a gelek demdirêj ku li dij mewzûata navneteweyî ye, heta rêgezên hiqûqê yên hikmên navneteweyî bihêlin li dijî qanûn û Makeqanûnên Komara Tirkiyeyê bi xwe ye jî haydar in. Di vê derdora pevçûnê de di serî de mafê jiyanê gelek mafên mirovî tên binpêkirin. Em wek Baroya Amedê çawa ku bi caran û salên dirêj in ku tînin ziman em dibêjin ku Meseleya Kurd ancax dikare bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Em vê her tim û di her fersendê de tînin ziman. Em difikirin ku derdora pevçûnê, çek, operasyon û tundî di Pirsgirêka Kurd de çareseriyeke hilnaberîne, pevçûn ji tu kesî re tu tiştek nade bidestxistin, li dij wê dê bide windakirin, ji hev cudabûn û şikandina di navbera civak û gelan zêde bike û bîne asteke ku neyê selihandin. Heyama bi pevçûn a giran a 40 salan vê ji me re bi awayekî vekirî îspat dike. Lê israrkirina peywirdarên dewletê ya di qedexeya derketina kuçeyan de li or me rewşeke nefehmbar e. Di vê derdora pevçûna giran de wekî ku hûn tev dizanin duh li Çinarê teqîneke pêk hat. di vê teqînê de sê (3) ji wan zarok li ser hev şeş (6) kesan jiyana xwe ji dest da. Ji vana yek (1) polês bû. Em wek Baroya Amedê dixwazin careke din bînin ziman ku em li hember tundiyê ne, bi taybetî jî li hember tundiya arasteyî sivîlan in.

Li hêla din vekirina lêpirsînê ya di derbarê komeke akademîsyenên ku aştiyê dixwazin, kampanyaya îmzeyê li dar xistine de, tê wateya qetilkirina azadiya îfade û fikrê ya li Tirkiyeyê. Wekî ku hûn dizanin vê sibehê 19 akademîsyen ji bo îmzeyê avêtina wê metnê hatin binçavkirin. Li gor me ev ecêbiyeke hiqûqê ye û şerma demokrasiyê ye. Li hêla din em dixwazin hûn bizanibin ku daxuyaniya ku Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Birêz Metîn FEYZÎOGLÛyî pêk aniye, ji hêla Baroya Amedê ve wek daxuyaniyeke ku nayê qebûlkirin e. Komeke ronakbîrên ku aştiyê xwestin di salên agirbestê ya li Stenbolê hema bêje di asta xaînên niştîmanê de şibandina wan tevger û helwesteke ku nayê qebûlkirin e. Li gor me Metîn FEYZÎOGLÛyî heqaretê li wan komeke ronakbîran kiriye. Ji hêla din ve em ji vir bi awayekî vekirî bang dikin ku divê vekirina lêpirsîn û girtina Sedat Pekerî ya ji bo vegotinên wî pêk bê. Perwerdehiya hiqûqê ku min dîtiye destûr nade ku ez gotinên ku wî anîne ziman li vir bilêv bikim. Wî beriya niha jî di mitîngeke ku pêk anîbû de daxuyaniyên bi vî rengî dan û Baroya me danebihîza sûcdariyê ji bo wî pêk anî. Em wek Baroya Amedê dubare dikin ku bila derdora pevçûnê derhal were bidawîkirin, Meseleya Kurd ancax dikare bi rêya gotûbêj û diyalogê were çareserkirin. Ji Saziya Hiqûqzanên Hemdem gelek endam û rêveber di nav me de ne. Ez dixwazim gotinê bidim Serokê Saziya Hiqûqzanên Hemdem Birêz Selçûk KOZAGAÇLIyî jî. Spas dikim.

Selçûk KOZAGAÇLI / Serokê Saziya Hiqûqzanên Hemdem

Spas dikim Birêz Serok. Kedkarên hêja yên çapemeniyê. Ez dixwazim di du mijaran de nêrînan bînim ziman. Îro me bi çend sedeman nêrîna xwe ya di derbarê qirkirin, êrîş û rojên zehmet ên li Amedê anî ziman.

Ya yekemîn mijara Serok Tahîrî ye. Tu tiştek me ji dîtina kujerên Tahîr Elçiyî ra nagre. Ger ku niha Tahîr bijiyana û ji nav me yek bihatana qetilkirin ji ser wê çend sal derbas bibana jî dê Tahîr bi israr bilî bibana û kujeran derxistana pêşiya darazê. Îro em dê jî bi heman deynê wefayê, bi heman cidîbûnî û bi israr, wek Tahîrî bixebitin û dê hesabê ji kujerên wî bixwazin. Bila gumana kesî ji vê tune be. Di serî de Baroya Amedê Saziya Hiqûqzanên Hemdem û rêxistinên din ên hiqûqê xwediyê vê dosyeyê ne û em dê bi hemû hêza xwe ji bo vê dosyeyê têkoşînê bikin.

Wek mijara duyemîn jî ji bo serokên rêxistina du pîşeyan; ez dixwazim ji bo Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn FEYZÎOGLÛ û Serokê Baroya Stenbolê Umît KOCASAKALî çend tiştan bibêjim. Em neçar in ku rêxistinên xwe yên pîşeyî ji van herdu kesan jî rizgar bikin. Bêrêziya ku ji bîranîna Tahîrî re pêk anîn, daxuyaniyên ku li dû Serokê Baroyekî ku hatiye qetilkirin dan, neçar in ku bi dûrxistina ji ser rêxistinên parêzerên vî welatî cezaya bêpîvanî û bêrêziya xwe ya ku li hember gelên Tirkiyeyê pêk anîn bidin. Me ew ji lênûskên xwe jê birin bila ew jî me ji lênûskên xwe jê bibin. Piştî vê saetê şûn ve em naxwazin van kesan li ser odeyên me yên pîşeyê wek rêveber bibînin. Parêzerê ku pişta xwe dahibe dewletê nabe, ji çanaxa dewletê parêzerî nayê kirin. Ger hûn parêzeriyê bikin hûn dê azad, xweser û li ber bindestan parêzeriyê bikin. Baro ji bo vê awayê ye. EM SEROKÊ BAROYÊ WEK TAHÎRÎ DIXWAZIN. EM SEROKÊ/A BAROYÊ YÊ/A WEK XWE DIXWAZIN. Ez hêvî dikim ku hem baroya Stenbolê hem jî Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê di heyama pêşîn a hilbijartinê de ji van kesan xilas bibin. Ji bo vê jî hewldana ku ji dest me bê em dê pêk bînin. Di encamê de ji roja ku Tahîr hat qetilkirin heta îro di hişê me hemûyan de wek pêşîtiya yekemîn derxistina holê ya kujerên wî yên ku vê kujeriyê plan kirine, organîze kirine û li pişt wê sekinîne heye. Em dê vê teqez biserxînin, bila gumana tu kesî tune be. Car din spas dikim.