Page 436 - 2018-2021 Çalışma Raporu
P. 436
ji bo vegera cîhê kar dikevin rê. Dema kû êvarê vegerîyan wargeha xwe, li rawestgeha
otobosa kû peya dibin, otobusa Amedê dibînin û destê xwe ji wê otobosê ra dihejînin
û kêfxweşîya xwe ji wan re nîşan didin. Wê çaxê 5 kesên faşîst wan dibînin û êrîşî ser
wan dikin. Di vê êrîşa kambax de sed heyf û mixabin ciwanê bi navê ŞÎRÎN TOSUN
bi demençeyê di serê xwe de bi giranî birîndar dibe û piştî 50 rojên zor û zehmet roja
yanzdehê cotmeha îsalîn de jiyan a xwe ji dest dide. Dema ku ev herdû ciwanên kurd
rastî vê êrîşê tên, hemû kedkar ji wê derê radibin û bê çare berê xwe didin welatên xwe.
Ne pereyê wan kedkara tê dayîn û nejî kes xwedî li wan derdikeve. Em ji livir malbata
wî re sersaxîye dixwazin û em dibêjin emê li pey şopa heqiqetê bin.
Ev du êrîşên nîjadperest jî, her çıqas ji alî kesên faşist ve pêk bê jî, em karin bêjin raye-
darên devletê jî buyerên wusa de qasê van êrîşkeran berpirsîyare. Ji ber kû ev êrîşkarên
faşist vê hêzê, ji siyasetmedar û rayedarên devletê digrin. Ew siyasetmedar û rayedarên
dewletê bila dev ji gotina kû gela dikin dijminê hev terkeser bikin. Ew siyasetmedar û
rayedarên dewletê kû desthiatdariya xwe bi xwin rijandinê û bi dijminatîya mirovahîye
ser pîyan dihêlin bila terk bikin. Bila di pişt derîyan de rê nedin van kujeran û zîhnîyeta
xwe ya faşist bi xwîna mezlûma xweyi nekin.
Lê em wek endamê Baroya Amedê, emê her tim li pey şopa heqîqetê, doza dad û aza-
diyê biparêzên.. Sed sale nijadperesta bi polîtîqayên bişaftinê, bi qedexekirina axaftin û
xwendinê, xwestin kû kurda û zimanê wan tune bikin. Ev jî têra wan nekir, rabûn serê
siyasetmedar û dadmendê kurdan hunda kirin. Lê îro jî van êrîşên bi vî rengî nîşan didin
kû hê jî ev zîhnîyeta tunekirinê ser piyane û hê jî didome. Hê jî ev zîhnîyet, ji xwe wêda-
tir kesê qebûl nake, bi rêzdarî nikare nêzikî tu zimanî û qewmekî be. Bihesibînin dikarê
kesekî jibo kû kurdî diaxife bikuje, karê serê kalekî biperçiqîne û ji vê tiştî şevq bigre.
Em wek endamên Baroya Amedê bang li rayedarên dewletê dikin; keremkin mêzekin
vê civakê we hanî vê revşê. Êdî hun dikarın pesnê xwe bi van êrîşkarên kû di sedsala
21. De dikare keseki jibo kurdi diaxife bikuje bidin.Êdî roj tuneye ku kurdekî di bajarên
rojavayê Turkîyê û anatoliya navîn de jiber kû kurdî diaxife lêdan nexwe anjî neyê
kuştinê. Em jî li vir bang li hemû sazî û rêxistinên hiquqnasan dikin; hewceye kû em
bi hevre li hember van êrîşên kû ser hebûna kurda û zimanê kurda pêk tê sekneki xurt
nîşandin. Em parêzerên kurd dîsa dibêjin; zordestî û neheqî li kî be ferk nake, emê li
hemberî wê bêedeletîyê di şopa heqiqetêda doza wekhevî û azadîyê biparêzên.
Lijneya Zimanê Kurdî Ya Baroya Amedê
• Baro Başkanımız Tahir ELÇİ’nin Katledilişinin 185. Haftası
Anma Etkinliği Van Adliyesi Önünde Yapılan Adalet Nöbetinde
Gerçekleştirildi...
Baro Başkanımız Tahir ELÇİ’nin katledilişinin 185. haftası anma etkinliği bugün Van
Adliyesi önünde düzenlenen Adalet Nöbeti ile birlikte yapıldı. Etkinliğe katılan Baro
Başkanımız Av. Cihan AYDIN Tahir ELÇİ soruşturmasında bir arpa boyu gelişme sağ-
lanamadığını, Barolarımızın ve meslektaşlarımızın desteği ile bu cinayet açığa çıkana
kadar mücadele edeceklerini söyledi. Ayrıca 18.07.2019 tarihinde Trabzon’da yaşanan
435

