Uygulamamızı İndirin

Kullanıcı deneyiminizi artırmak için uygulamamızı indirebilirsiniz.

Hemen İndir
Resepsîyona Danasîna Ferhenga Têgihên Hiqûqê / Kürtçe Hukuk Terimleri Sözlüğü Tanıtım Resepsiyonu

25.12.2019

Xebata me ya amadekirina Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî ku nêzî çar salan dewam kir, bi dawî bûye û çap bû.  îro li Salona Tahir Elçîyî ya Konferansê ji bo danasîna  ferhengê resepsîyonek çê bû. Serokê Baroyê Parêzer Cihan Aydın di axaftina vekêrina danasîna resepsiyonê de wuha axıvî;

Mêvanên ezîz, dost û hevalên qedirbilind, nûnerên hêja yên çapemenîyê,  hûn hemû bi xêr hatine. Em bi beşdarîya we gelekî kêfxweş in. 
​Îro em ji bo danasîna Ferhenga Hiqûqê hatine cem hev. Wekî gelek xebatan,ev xebat jî çîrokek wê heye. Çîroka vê xebatê jî digihêje zemanê gorbihişt Tahîr Elçî ku wê deme serokê Baroyê bû. Çarsal berê bi înîsîyatîfa Tahir Elçîyê nemir û rêveberîya wî û Weqfa Mezopotamyayê, biryara vê xebatê hatibû dayîn. 
Piştî biryara xebatê, bi nave Komxebata Hiqûqê lijneyek hat avakirin ku ji 20 kesan pêk dihat ku pisporên hiqûqê, zimannas û lêkolîner bûn û her yek ji wan di qada xwe da pispor bûn. Jiber ku ferheng bi pênc zimanan bû, me giringî da ku pisporên zimanê kurdî, erebî, farisî, tirkî û îngilîzî jî li gel pisporên hiqûqê tê da cih bigirin. Bi taybetî ji bo ku em ji tecribeya Başûrî sûdê wergirin, me pisporên kurdîya soranî jî vexwendin û wan jî tê da cih girt.
Ev Komxebat, bi fedakarîyeka mezin xebitî û di encama 22 civînan da ku hinek ji wan çar-pênc rojan dewam dikir, ev ferheng amade bû.
Kurdîya kurmancî, piştî ku demeka dirêj hat qedexekirin û bi pêşveçûna wê, derbên giran xwar, di gelek warên jîyanê û bi taybetî di warên zanistî da lawaz ma.Yek ji van waran jî ware hiqûqê bû. Me di vê mijarê da xwe wekî berpirs dît û biçûk be jî gavek avêt û ev ferheng amadekir. Em hêvî dikin ku ev xebat bibe bingeheka xurt, ji bo xebatên piştî xwe.
Em vê ferhengê dîyarîyî gorbihişt Tahîr Elçî dikin ku ev xebat xewneka wî bû.

Mezopotomya Vakfı ile ortaklaşa yürüttüğümüz ve yaklaşık dört yıldır devam eden Kürtçe Hukuki Terimler Sözlüğünün hazırlanması çalışmamız tamamlanmış ve baskısı yapılmıştır. Bugün  Tahir Elçi Konferans Salonunda sözlüğün tanıtım resepsiyonu yapıldı. Resepsiyona katılan  misafirlerimize teşekkürlerimizi sunarız.